Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehl-ul- Beytê (s.x) — ABNA — Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê «Îsmaîl Beqayî» roja yekşemê (1ê Îlonê) di civîneke çapemeniyê de ragihand ku Fîld Marşal «Asim Munîr», Fermandarê Artêşa Pakistanê, dê serdana Tehranê bike.
Li gorî daxuyaniya berdevkê wezaretê, Asim Munîr roja duşemê di serokatiya şandeke fermî de dê bigihîje Tehranê.
Beqayî destnîşan kir ku ev serdan di çarçoveya bihêzkirina hevkariyên dualî yên Îran û Pakistanê de ye û wiha got: «Ev serdan di heman demê de berdewamiya hewldanên xêrxwazane (mesai’î cemîle) yên Pakistanê ye ji bo alîkariya xurtkirina aştî û ewlehiyê li navçeyê.»
Tê çaverêkirin ku Asim Munîr di vê serdanê de bi rayedarên payebilind ên Îranê re hevdîtin û gotûbêjan bike
Hêjayî gotinê ye ku Wezîrê Karên Derve yê Îranê Seyîd Ebas Eraqçî, şeva borî (şemiyê 31ê Tebaxê) bi Fermandarê Artêşa Pakistanê re li ser guhertinên dawî yên navçeyê û rêyên bibandor ên ji bo xurtkirina aştî, aramî û ewlehiyê li Rojhilata Navîn (Rojavayê Asyayê) axivîbû.
…
Dawiya peyamê ,
Your Comment