Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehl-ul-Beyt ê (s.x) – ABNA – Di rewşekê de ku gelê Îranê piştî rûdanên dawî yek ji heyamên herî hesas ên dîroka xwe ya hevdem derbas dike, ji her demê bêtir parastina hevgirtina neteweyî, hişyariya li hemberî pîlanan û meşîna li ser şop û rênimayiyên Rêberê Bilind ê Şoreşê ji aliyê zanyar, elît û berpirsan ve tê tekezkirin.
Di vê çarçoveyê de, Mamoste Fayiq Rustemî, Îmamê Înê yê Sineyê û Nûnerê Gelê Kurdistanê di Civata Pisporên Rêberiyê (Meclisa Xubreyan) de, di hevdîtinekê de tekezî li ser pêwîstiya yekîtî, sebir, basîret û pêbendbûna bi rêberiyê di şert û mercên niha de kir.
Mamoste Rustemî bi balkişandina ser pêgeha Rêberê Şehîd ê ummetê diyar kir: «Şehadeta mezin û xizmetkarên vî miletî, her çend ji bo xelkê Îranê xisareke mezin be jî, lê çanda şehadetê hertim bûye sedema hişyarî, berxwedan û bihêzbûna bêtir a gelan. Xwîna şehîdan di dîrokê de dimîne û riya heqxwazî û rawestanê ji bo nifşên pêşerojê ronî dike.»
Wî zêde kir: «Xwînxwazî (tolhildana xwîna) şehîdan tenê di gavekê an bertekekê de bi kurtî namîne, belkî peyama wê ya herî girîng parastina yekîtiyê, bihêzkirina hevgirtina neteweyî û berdewamkirina wê rêyê ye ku şehîdan canê xwe di ber de bexşîn.»
Nûnerê gelê Kurdistanê di Civata Pisporên Rêberiyê de bi tekezkirina li ser wê yekê ku dijmin hertim li pey çêkirina dubendî û nakokiyan di navbera gel de ne, got: «Îro yek ji girîngtirîn erkên me ew e ku em nehêlin dijmin bi şerê derûnî, dubendîçêkirin û derxistina perçebûnê, yekîtiya xelkê Îranê bike armanc.»
Mamoste Rustemî destnîşan kir: «Miletê Îranê di dirêjahiya dehsalên borî de nîşan daye ku di kêliyên dijwar û hesas de, bi danîna aliyekî ya nakokiyan û piştsipartina bi hevpariyan, li hemberî dijminan sekiniye û îro jî parastina vê hevgirtinê pêdiviyeke dîrokî ye.»
Wî bi balkişandina ser rola rêberiyê di derbaskirina welat ji qeyranan de diyar kir: «Pêbendbûna bi rênimayiyên Rêberê Bilind ê Şoreşê, riya serbilindî, hêz û rûmeta miletê Îranê ye. Ezmûna salên borî nîşan daye ku her gava gel û berpirs li dora tehwera wîlayet û rêberiyê tevgeryane, welat kariye ji şert û mercên herî dijwar derbas bibe.»
Îmamê Înê yê Sineyê wiha domand: «Îro ji her demê bêtir pêdiviya me bi aramî, yekîtî û hişyariyê heye û divê hemû tevger û alî berjewendiyên neteweyî û ewlehiya welat li ser mijarên duyemîn (ferî) bigirin.»
Mamoste Rustemî bal kişand ser rola xelkê Kurdistanê di parastina Îrana Îslamî de û bi bîr xist: «Xelkê vê parêzgehê hertim di qadên curbicur de dilsoziya xwe bi şoreş, welat û nirxên îslamî îspat kirine û di rewşa niha de jî bi basîret û agahdariyê, dê di riya yekîtî û hevgirtinê de gavan bavêjin.»
Wî tekez kir: «Bila dijmin bizanin ku gelê Îranê bi guvaş, gef û pîlanan ji armanc û bîrdoziyên xwe paşve gavan navêje; ji ber ku sermayeya sereke ya vî welatî, baweriya gel, yekîtiya neteweyî û ruhê berxwedanê ye.»
Nûnerê Kurdistanê di Civata Pisporên Rêberiyê de di dawiyê de anî ziman: «Îro erka me hemûyan ew e ku bi parastina aramiyê, bihêzkirina yekîtiyê û peyrewiya ji rênimayiyên Rêberê Bilind ê Şoreşê, riya şehîdan bidomînin û nehêlin armancên dijminan ên li dijî Îrana Îslamî bi cih bên.»
…………………….
Dawiya Peyamê
Etîket (Tags):
- Mamoste Rustemî
- Îmamê Înê yê Sineyê
- Rêberê Şehîd ê Îranê
- Yekîtiya Îslamî
Your Comment