Li gorî ajansa ABNA, Kerîm el-Nûrî, cîgirê Wezîrê Koçberî û Karûbarên Koçberên Iraqê, ragihand ku kampa El-Hol di demeke nêzîk de dê bi tevahî were girtin.
Wî got ku ev kamp, ku li bakurê rojhilatê Sûriyeyê ye, wek “bombeyeke demjimêrkirî” bû, lê Iraqê karîbû vê metirsiyê kontrol bike. Niha tenê nêzîkî 1200 koçberên Iraqî li kampê mane.
El-Nûrî herwiha diyar kir ku heta niha 21 hezar niştecihên kampê vegerîne deverên xwe û di wan deveran de tu pirsgirêka ewlehiyê nehatiye tomar kirin. Li gorî wî, ev yek nîşan dide ku bernameyên vegerandin û rehabîlîtasyona civakî û derûnî serkeftî bûne, û dosyaya El-Hol dê bi zû were girtin.
Di Îlona 2025an de jî konferansek navneteweyî li Navenda Neteweyên Yekbûyî hate lidarxistin ku armanca wê vegerandina welatiyan ji El-Hol û girtina tevahî ya kampê bû.
Kampa El-Hol, ku li parêzgaha Hesekê ya bakurê rojhilatê Sûriyeyê ye, salan di bin kontrola hêzên QSD de bû. Berê nêzîkî 73 hezar endamên DAIŞê û malbatên wan li wir dijiyan, lê di çend salên dawî de hejmara niştecihan kêm bûye. Piraniya niştecihan jin û zarokên endamên DAIŞê û hemwelatiyên Iraqî û hin welatên Rojava ne.
Etîket
- Kampa El-Hol
- DAIŞ
Your Comment