14 September 2026 - 17:07
Source: kmr.abna24.com
Duayên Berfirehkirina Rizq û Danîna  Deynan(Qerzan); Beşa Duyemîn: Duayên Pêxemberê Xwedê (S.X.A)

Rast e, duayên Pêxemberê Xwedê (s.x.a) derbarê zêdekirina rizq û danîna deynan(qerzan), ji xeynî şêwaza daxwaz û nîyaza li hember Xwedayê mezin, xalên girîng ên bawerî û aboriyê jî di nav xwe de dihewînin ku dikarin di warên cûrbecûr ên jiyanê de bibin ronahîbexş û rêgîr ji mirov re.

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehl-ul-Beyt ê (s.x) – ABNA – Di beşa yekem a vê nivîsê de, raporeke analîtîk û amarî derbarê duayên berfirehkirina rizq û danîna deynan(qerzan) ji aliyê Masûmên(s.x) ve hate pêşkêşkirin. Di wê raporê de, hejmara duayên ku ji Pêxemberê Xwedê(s.x.a) di vê mijarê de hatine vegotin yazdeh dua hatine ragihandin ku danasîna hinek ji van duayan û herwiha vegotina hinek zanyarî û naverokên wan, dê bibe mijara vê nivîsê.

Di nav duayên ku ji Pêxemberê Xwedê(s.x.a) di mijara pêşvebirina rizqê de hatine riwayetkirin de, duayek heye ku di nava gel de xwedî navdariyeke taybet e. Di riwayetekê de ku di pirtûka «Emalî Sedûq» de hatiye, ev dua bi vê hevokê hatiye vegotin:

«اَللّهُمَّ اغْنِنی بِحَلالِکَ عَنْ حَرامِکَ، وَبِفَضْلِکَ عَمَّنْ سِواکَ»

(Ya Xwedê, bi helala xwe min ji harama xwe bêniyaz bike, û bi qenciya xwe ji kesên jieynî xwe bêniyaz bike).

Bê guman, di hin pirtûkên riwayetê de ev dua bi hevoka «اللهم اکفنی…» jî hatiye. Ev dua, bi cûdahiyeke kêm di vê hevokê de, di çavkaniyên cihêreng ên duayan de wekî «Misbah El-Kef’emî» û «Miftah El-Felah» û pirtûkên riwayetê yên wekî «Bihar El-Enwar» û «Mustedrek El-Wesayîl» de jî tê dîtin. Wekî din, ev dua ji Îmamên din ên masûm(S.X), wekî Îmam Elî(S.X) û Îmam Kazim(s.x.) jî hatiye riwayetkirin.

Tehlîl û tekezî li ser xwendina ayetên 26 û 27 ên Sûreya pîroz a Alî Îmran, ku wekî «Ayeta Mulk» tên naskirin, di ehadîsên ku ji Pêxemberê Xwedê(s.x.a) hatine riwayetkirin de jî cih girtiye. Wî di derbarê taybetmendiya vê ayetê de gotiye:

«ما علی الأرض مسلم یدعو بهنّ وهو مهموم أو مکروب أو علیه دَین إلاّ فرّج اللّه همّه ونفّس غمّه، و قضی دینه»

(Tu misilman tune ku xwedî xem, fikar an deyndar be, ku piştî xwendina vê ayetê, xem û kovanên wî rabe û qerza wî neyê danîn).

Herwiha xwendina vê duayê piştî xwendina ayetên navborî, ji Pêxemberê Xwedê(s.x.a) hatiye riwayetkirin:

«اَللّهُمَّ اَغْنِنی مِنَ الْفَقْرِ، وَ اقْضِ عَنِّی الدَّیْنَ وَ تَوَفَّنی فی عِبادَتِکَ، وَ جِهاد فی سَبیلِکَ».

Duayeke din a Pêxemberê Xwedê(s.x.a) jî ji wan duayan e ku beriya wê mirov divê du rek’etên nimêja musteheb bike:

«توضّأ وأسبغ وضوءک ثمّ صلّ رکعتین تتمّ الرکوع والسجود، ثمّ قل: یا ماجِدُ یا واحِدُ یا کَریمُ، اَتَوَجَّهُ اِلَیْکَ بِمُحَمَّدٍ نَبِیِّکَ نَبِیِ الرَّحْمَةِ صلی الله علیه و آله: اَنْ تُصَلّیَ عَلی مُحَمَّدٍ وَاَهْلِ بَیْتِه، وَاَسْاَلِکَ نَفْحَةً کَریمَةً مِنْ نَفَحاتِکَ، وَفَتْحاً یَسیراً وَرِزْقاً واسِعاً، اَلُمُّ بِه شَعْثی، وَاَقْضی بِه دَیْنی وَاَسْتَعینُ بِه عَلی عِیالی».

Wê demê Pêxemberî got: Destnimêj bigire û destnimêja xwe bi temamî pêk bîne, paşê du rek’et nimêj bike û ruku û secdeya wê bi kamilî pêk bîne, paşê bêje: Ya Macîd, Ya Wahid, Ya Kerîm…

Di duayeke din de ku ji Pêxemberê Xwedê(s.x.a) bi vê hevokê hatiye riwayetkirin:

«اَللّهُمَّ ارْزُقْنا مِنْ فَضْلِکَ وَ لا تَحْرِمْنا رِزْقَکَ وَ بارِکْ لَنا فیما رَزَقْتَنا وَ اجْعَلْ غِنانا فی اَنْفُسِنا وَ رَغْبَتَنا فیما عِنْدَکَ»

Di vê duayê de, têkiliya di navbera rizq, qenaet û bêniyaziya mirov û xwestina ji bo tiştên ku Xwedê xwestiye (razîbûna Xwedê) de hatiye vegotin.

Di duayên daxwaza rizqê de ku ji Pêxemberê Xwedê(s.x.a) hatine riwayetkirin, bal hatiye kişandin ser mal û milk di serdema pîremêriyê de û daxwaza ji Xwedê re ji bo danîna zêdetirîn şiyana aborî di dema pîremêriyê de:

«اَللّهُمَّ اجْعَلْ اَوْسَعَ رِزْقِکَ عَلَیَّ عِنْدَ کِبَرِ سِنّی وَانْقِطاعِ عُمْری».

Îmam Seccad(s.x) jî di duaya 20an a Sefîreya Seccadiye de, ku wekî duaya Mekarim el-Exlaq tê naskirin, heman naverokê ji Xwedayê mezin dixwaze:

«وَ اجْعَلْ أَوْسَعَ رِزْقِکَ عَلَیَّ إِذَا کَبِرْتُ».

Eşkere ye ku bersivdayîna vê daxwazê, pêdivî bi plansaziyeke di dirêjahiya jiyanê de heye, di nav de pêkanîna paşvekesandineke (paşekarkirineke) guncaw an jî girêdana peymanên bîmeyê yên guncaw.

Di beşên din ên vê nivîsê de, hinek ji van duayên Îmamên Masûm(S.X) dê bên naskirin û lêkolînkirin.

Seyîd Elî Esxer Huseynî / Ajansa ABNA/

…………

Dawiya peyamê

Etîket:

  • Duayên Şîa
  • Duayên Pêxemberê Xwedê
  • Berfirehkirina rizq
  • Duaya dayîna deynan(qerzan)

    Tags

    Your Comment

    You are replying to: .
    captcha