27 September 2026 - 20:34
Source: Kurdpress
Li Iraqê cara sêyem dema sala nû ya xwendinê hat paşxistin

Li gorî nûçeya Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul-Beyt ê (s.x) – ABNA – Wezareta Perwerdê ya Iraqê ragihand 4’ê Cotmeha 2026’an sala nû ya xwendinê despê dike. Ev jî di demek de ye ku beriya niha biryar hatibû girtin di 1’ê Cotmehê de sala nû ya xwendinê despê bike.

Ofîsa Ragihandinê ya Wezareta Perwerda Iraqê têkildarî paşxistina dema sala nû ya xwendinê li Iraqê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku wê li Iraqê di 4’ê Cotmehê de sala nû ya xwendinê despê bike. Ev di demekê de ye ku biryar bû sala nû ya xwendinê di 1’ê Cotmehê de dest pê bikira. Guhertina dema destpêkirina sala xwandinê piştî wê yekê hat ku Encûmena Wezîran biryar da ji 30’yê Îlonê heta 3’yê Cotmehê bibe betlaneya fermî. Ev jî bi armanca rêz li “Rojên Serweriyê” yên Komara Îraqê bê girtine.

Hêjayî gotinê ye ku beriya niha Wezareta Perwerdê ya Iraqê ji ber çend sedeman biryar dabû ku destpêkirina sala xwandinê ji bo 11’ê Cotmehê bê paşxistin. Piştre biryar da ku di 1’ê Cotmehê de dest pê bike. Herî dawî jî biryar da ku sala nû ya xwendinê di 4’ê Cotmehê de despê bike.

…………

Dawîya Peyam/

Your Comment

You are replying to: .
captcha