27 September 2026 - 21:08
Source: kmr.abna24.com
Li Pirdê 2 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin-Nû Bû

Li gorî nûçeya Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul-Beyt ê (s.x) – ABNA – Dezgeha Dijeterorê ya Iraqê ragihand ku 2 çeteyên DAIŞ’ê li bajarokê Pirdê ku kembera bombebarkirî li xwe pêçabûn ji aliyê hêzên wan ve hatin kuştin.

Berî niha biçend kêliyan Dijeterora Iraqê diyar kir ku li bajarokê Pirdê ya dikeve sînorê Parêzgeha Kerkûkê 2 çeteyên DAIŞ’ê kuştine.

Hate ragihandin ku hêzên wan rastî tîmeke çeteyan hatine û şer qewimiye û di encamê de 2 çete hatin kuştin.

Têkildarî mijarê şahideke bûyer dîtî, ji nûçegihanê me re ragihand ku kome çete ji 3 kesan pêk dihat, li Pirdê ketibû malekê û dizî kiribûn û got: “Yek reviya û 2 jî hatin kuştin.

Nûçegihanê me ragihand ku hêzên ewlekariyê ketiye pey çeteyê din.

Your Comment

You are replying to: .
captcha