10 October 2026 - 20:14
Source: kmr.abna24.com
Îmamê nimêja înê ya Bexdayê: Serweriya Îraqê û serbixwebûna wê di biryardanê de xeta sor in û divê li hember ferzkirinên derve teslîm nebe

Ayetullah Seyîd Yasin Mûsewî, îmamê nimêja înê ya Bexdayê û yek ji mamosteyên navdar ên hawzeya zanistên olî ya Nec efa Eşrefê, bi tekez li ser berpirsiyariya alim û fuqehayan di şîretkirinê, ferman bi başiyê û qedexekirina xerabiyê de, her wiha di rastkirina rêça siyasî ya welêt de ji bo misoger kirina berjewendiyên gelê Îraqê, diyar kir: Helwestên olî ne bi armanca hilweşandina hikûmetê an rûbirûbûna bi berpirsan re tên girtin; belkî armanca wan pêkanîna guhertinên rastîn di performansa hikûmetê û siyaseta welêt de, û parastina serwerî û serxwebûna Îraqê ye.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlê Beytê (s.x) – ABNA – Ayetullah Seyîd Yasîn Mûsewî, îmamê nimêja înê ya Bexdayê û yek ji mamosteyên navdar ên hawzeya zanistî ya Nec efa Eşrefê, di xutbeya siyasî ya nimêja înê ya roja borî de, li ser berpirsiyariya alim û fuqehayan, serweriya Îraqê, serxwebûna biryardanê, şerê li dijî gendeliyê û zextên aborî yên li ser gelê Îraqê axivî.

Wî diyar kir ku alim û fuqehayên olî divê di çarçoveya berpirsiyariya merceiyeta olî ya bilind de tevbigerin û bi eşkerekirina helwestên xwe, şîret û pêşniyaran piştgiriyê bidin wê; bêyî ku rasterast destwerdana rêveberiya karên siyasî bikin.

Wî tekez kir ku şîret divê tenê di asta gotinan de nemîne, lê divê bibe sedema guhertinên berbiçav di tevgera berpirsan û performansa hikûmetê, parlamentoyê û dadweriyê de.

Rexne li pîvanên Amerîkî yên ji bo nirxandina performansa hikûmeta Îraqê

Îmamê nimêja înê ya Bexdayê rexne li wan derdorên siyasî û medyayî girt ku ji bo nirxandina performansa hikûmeta Îraqê xwe dispêrin nirxandinên saziyên Amerîkî.

Wî got ku razîbûna Dewletên Yekbûyî ji hikûmetekê re ne mecbûrî ye ku wê hikûmetê serkeftî bike. Divê were nirxandin ka siyasetên wê hikûmetê heta çi radeyê bi berjewendiyên neteweyî yên Îraqê re li hev tên.

Mûsewî bi bîrxistina tecrûbeya Îraqê ya di şerê li dijî rêxistina terorîstî ya DAIŞê de got ku ev tecrûbe nîşan da ku Amerîka di dema pêwîst de piştgiriya leşkerî ya hewce pêşkêşî Îraqê nekir. Di heman demê de, şervanên Îraqî piştî derxistina fetwaya merceiyeta olî ya bilind û bi piştgiriya şervanên welatên din, di nav de Îran û Lubnan, gihîştin destkeftiyên girîng ên li qadên şerê.

Wî ji serokwezîrê Îraqê xwest ku bi nêrîneke rastîn û berpirsane performansa hikûmeta xwe ji nû ve binirxîne û ji bo avakirina Îraqeke serbixwe û bihêz bixebite; welatek ku li hember Amerîka, Erebistana Siûdî an welatên din, ne di bin bandora îradeya derve de be.

Wî tekez kir ku pîvana serkeftina hikûmetê divê xizmeta gelê Îraqê û parastina berjewendiyên neteweyî be, ne razîkirina Donald Trump, serokê Amerîkayê, an jî her aliyê derve yê din.

Rexne li awayê rêvebirina dosyayên gendeliyê

Îmamê nimêja înê ya Bexdayê di berdewamiya axaftina xwe de, bi îşaretkirina hin pêşketinên ewlehî û siyasî yên dawî, rexne li tiştê ku wî nebûna zelalbûnê di rêvebirina hin dosyayan de bi nav kir, girt; bi taybetî di mijara operasyonên ragihandî yên li dijî gendeliyê û vegerandina milkên giştî de.

Wî got ku dengvedana medyayî ya li dora yek ji van operasyonan, bi encamên berbiçav ên ku li gorî qasî daxuyanî û propagandaya wê bin, nehatibû piştgirîkirin. Wî di vê çarçoveyê de behsa biryara dadgehê kir ku ji ber nebûna delîlên têr, yek ji tawanbaran azad bike.

Ayetullah Mûsewî bi tekezî li ser pêwîstiya cudakirina şerê rastîn li dijî gendeliyê ji îstîfadekirina siyasî ya dosyayên ewlehiyê, xwest ku belge û encamên tedbîran ji raya giştî re bên pêşkêşkirin.

Wî diyar kir ku li şûna têrkirin bi propagandaya(Teblîxat) medyayî, divê gavên pratîk bên avêtin da ku milkên talankirî bên vegerandin.

Hişyariya li dijî binpêkirina serweriya Îraqê ji ber zextên derve

Wî her wiha rexne li awayê ku hikûmeta Îraqê bi pêşketinên ewlehiyê yên têkildarî Erebistana Siûdî re rû bi rû dibe û destûr dide ku piştî îdiayên êrîşên li ser axa Siûdî, hin hedef li Îraqê bên xistin, girt.

Îmamê nimêja înê ya Bexdayê bi pirsîn li ser sedemên girtina biryarên ku bandorê li ser serweriya Îraqê dikin, hişyarî da û got ku teslîmbûna li hember zextên derve, bi bihayê zirarê gihandina hêzên Îraqî û berjewendiyên neteweyî, xîyanetkirina serweriya welêt û saziyên wê ye.

Ayetullah Mûsewî biryara hikûmetê ya girtina sînorên bejahî yên bi Îranê re jî rexne kir û got ku ev biryar encamên aborî, siyasî û ewlehiyê li pey xwe aniye. Wî destnîşan kir ku vekişîna ji vê biryarê piştî eşkerekirina zirarên wê, nîşana lawaziyê di nirxandina vebijarkan û pêşbînîkirina encamên biryardanê de ye.

Wî ji hikûmetê xwest ku di rêvebirina dosyayên herêmî de nêzîkatiyeke hevseng bigire û hemû aliyên mijarê li ber çavan bigire; ne ku bi helwestên yekalî, razîbûna aliyekî bi bihayê paşguhkirina aliyê din bi dest bixe.

Dijberîkirina veguherandina saziyên ewlehiyê bo amûrên pêkanîna daxwazên derve

Îmamê nimêja înê ya Bexdayê di beşeke din a axaftina xwe de, rexne li tiştê ku wî hewldana zextê li ser hikûmeta Îraqê ji bo şopandina kesên têkildarî Ensarullahê li Îraqê bi nav kir, girt.

Wî bi tekezî li ser pêwîstiya rêzgirtina ji qanûn û serweriya neteweyî got:

Divê dezgehên ewlehî û îstixbaratê yên Îraqê nebin amûrên pêkanîna daxwazên welatên din. Biryardan divê li Îraqê li gorî berjewendiyên neteweyî û pîvanên qanûnî bên girtin, ne li gorî ferman û ferzkirinên derve.

Ayetullah Mûsewî her wiha derbarê tedbîrên li dijî hin berpirsên medyayî yên çavdêriya lidarxistina merasîmên neteweyî yên pîrozbahiyê ji ber derketina hêzên Amerîkî ji Îraqê dikirin, pirsên xwe anîn ziman.

Wî got ku ev tedbîr pirsên cidî derbarê serxwebûna biryardana neteweyî û rizgarbûna saziyên Îraqê ji bandora derve çêdikin.

Wî tekez kir ku lidarxistina merasîman ji bo pîrozkirina derketina hêzên biyanî divê bi gavên siyasî û îdarî re were pêk anîn ku serxwebûna rastîn a Îraqê nîşan bidin. Berdewamkirina peyrewiyê ji îradeyên derve, çi Amerîka be, çi Erebistana Siûdî an welatên din, têgeha serweriya neteweyî lawaz dike.

Îmamê nimêja înê ya Bexdayê ji berpirsan xwest ku armanc û sedemên biryarên xwe bi zelalî ji gel re rave bikin, da ku baweriya giştî bi saziyên hikûmetê were xurtkirin.

Rexne li bilindbûna nirxa dolarê û zexta aborî ya li ser gel

Ayetullah Mûsewî di beşeke din a xutbeya siyasî ya xwe de, biryara bilindkirina nirxa dolarê li hember dînarê Îraqê rexne kir.

Wî got ku veguhastina barê krîza darayî li ser milên welatiyan, bi lawazkirina pereyê neteweyî, çareseriyeke guncaw nîne; bi taybetî di şertên ku lêçûnên jiyanê bilind dibin û hêza kirînê ya malbatan kêm dibe de.

Wî red kir ku çareseriyên kêmkirina kêmasiya budçeyê tenê bi tedbîrên wekî qutkirina beşek ji mûçeyan, sepandina teserûfa neçarî an bilindkirina nirxa dolarê bên sînordarkirin. Wî tekez kir ku divê hikûmet vebijarkên din jî binirxîne.

Li gorî gotina wî, pêşîlêgirtina windakirina çavkaniyên darayî, şerê li dijî gendeliyê, vegerandina milkên talankirî û ji nû ve nirxandina lêçûnên giştî, ji wan tedbîran in ku dikarin bikevin rojeva hikûmetê.

Îmamê nimêja înê ya Bexdayê li ser encamên civakî yên bilindbûna bihayan û kêmkirina hêza kirîna gel hişyarî da û got ku qişrên feqîr û malbatên bi dahata kêm ji biryarên aborî yên bê nirxandina pisporî, ji her kesî zêdetir zirarê dibînin.

Wî zêde kir ku divê hikûmet tenê bi mantîqa qezenc û zirarê ya bazirganî li mijarên aborî nenêre; lê divê berpirsiyariya xwe ya li hember welatiyan, rêvebirina civakê û piştgiriya qişrên lawaz jî li ber çavan bigire.

Hişyariya li dijî leşkerîkirina rêveberiya karên navxweyî yên Îraqê

Ayetullah Seyîd Yasîn Mûsewî di dawiya xutbeyê de, li ser berfirehbûna bikaranîna amûrên leşkerî û ewlehiyê di rêvebirina karên navxweyî yên Îraqê de hişyarî da.

Wî rexne li vê yekê girt ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên siyasî, medyayî û sivîl, gelek caran xwe dispêrin biryarên ku ji nivîsgeha fermandarê giştî yê hêzên çekdar derdikevin.

Wî tekez kir ku Îraq piştî dawîhatina dagirkeriyê nikare vegere modelên rêveberiyê yên ku li ser leşkerîkirina jiyana giştî ava bûne. Wî bi bîrxistina tecrûbeya rejîma berê û encamên wê yên êşdar ji bo civaka Îraqê, li ser pêwîstiya dûrketina ji dubarekirina van nêzîkatiyan rawestiya.

Îmamê nimêja înê ya Bexdayê diyar kir ku erkê hêzên çekdar parastina welêt û rûbirûbûna bi gefên derve re ye, ne zextkirina azadiyan an serwerîkirina li ser welatiyan bi hinceta mijarên ewlehiyê.

Dawiya nûçeyê

Etîket: Ayetullah Seyîd Yasîn Mûsewî، Îraq، Nimêja înê ya Bexdayê، Serweriya Îraqê

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha