14 October 2026 - 11:23
Îraq: Hebûna Tirkiyeyê ya leşkerî êdî nayê qebûlkirin

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehl-ul- Beytê (s.x) – ABNA – Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê Qasim Ebûdî ragihand hebûna Tirkiyeyê ya leşkerî êdî nayê qebûlkirin.

Qasim Ebûdî her wiha eşkere kir ku Tirkiyeyê bi destpêkirina pêvajoya danîna çekan re, vekişîna hêzên xwe qebûl kiriye û got, “Emw naxwazin PKK ji axa me li ser Tirkiyeyê bibe gef.”

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Îraqê Qasim Ebûdî beşdarî Foruma MERI 2026an bûn.

Rûniştina heftem a forumê bi navnîşana “Ji Parçebûnê Ber bi Hevgirtinê ve: Piştî Koalîsyona Navneteweyî Paşeroja Pergala Ewlehiyê ya Îraqê” hat lidarxistin.

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Îraqê Qasim Ebûdî rû Wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed di panelê de axivîn.

Dawîya Nûçeyî .

Your Comment

You are replying to: .
captcha