15 October 2026 - 11:23
Rûsya: Em Beşar Esed radest nakin

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Georgy Borisenko ragihand ku biryara Moskowê ya derbarê dayîna mafê penaberiya siyasî ya ji bo Serokê berê yê Sûriyeyê Beşar Esed “biryara dawî ye” û Rûsya biryara xwe naguhere.

Borisenko di hevpeyvîneke li gel kanala "RTVI" ya Rûsyayê de diyar kir ku Şam dizane biryara penaberiyê ji ber sedemên mirovî hatiye dayîn û radestkirina Esed ne pêkan e.

Her wiha eşkere kir ku ji bo peymaneke nû ya li gel hikûmeta nû ya Şamê amadehî tê kirin da ku çarenivîsa baregehên wan ên leşkerî (Himêmîm û Tertûs) bê diyarkirin û ew hêvî dikin ku ev peyman berî dawiya vê salê bê îmzekirin.

Borisenko derbarê rewşa başûrê Sûriyeyê jî destnîşan kir ku vegera dewriyeyên polîsê leşkerî yê Rûs a li parêzgehên başûr niha ne li ser maseyê ye.

Wî ji bo “bihêzkirina saziyên dewletê û aramiyê” pesnê gavên hikûmeta Ehmed Şer da lê anî zimên ku divê pêkhateyên cuda û mafên kêmîneyên olî û neteweyî di qonaxa bê ya Sûriyeyê de bên parastin.

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha