19 October 2026 - 21:29
Source: Kurdpress
Helîkoptereke artêşa Tirk li ser Dêrelokê geriya

Hate ragihandin ku li asîmanê bajarokê Dêrelokê helîkopetek ya artêşa Tirk hatiye dîtin û heta niha jî nayê zanîn ji ber çi sedemê hatiye deverê. Helîkopterê tu êriş an jî bombebaran nekiriye û tenê li ser asîmanê deverê firiye.

Li gorî nûçeya Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul-Beyt ê (s.x) – ABNA Nûçegihanê ajansa me Rojnews’ê ragihand ku li asîmanê bajarokê Dêrelokê yê ser bi navçeya Amêdiya ya girêdayî parêzgeha Dihokê helîkopetek ya artêşa Tirk hatiye dîtin û heta niha jî nayê zanîn ji ber çi sedemê hatiye deverê. Her wisa ragihand ku helîkopterê li deverê tu êriş an jî bombebaran nekiriye û tenê li ser asîmanê deverê firiye.

Her wisa xelkê deverê jî helîkoptera navborî dîtiye, lê li gor agahiyên ji deverê hatine ragihandin, cihê ku helikopter li ser firiye nuqte û baregehên leşkerî yên artêşa Tirk hene.

Nûçegihanê ajansa me girêdayî mijarê eşkere kir ku ev demek dirêje balafir û helîkopterên artêşa Tirk li herêmê nehatine dîtin. Berê jî dema helikopter, balafirên bêmirov û biçek, her wiha balafirên şer yên artêşa Tirk dema ku li ser herêmê difiriyan, dibû sedema tirs û fikara welatiyên deverê. Lê hate ragihandin ku vê carê bêyî ku êriş yan bombebaranekê bike li ser deverê firiye û piştre winda bûye.

……….

Dawîya Nûçeyî/

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha