Rejîma Siyonîst vê dawiyê êrîşî navenda Yemenê, Senayê kir. Li gorî Kanala 13 a Îsraîlî, van êrîşan navendên leşkerî û îstîxbaratê yên rayedarên Yemenê, di nav de baregeha fermandariyê û baregehên leşkerî yên Hûsiyan, kirin hedef.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlulbeyt (s.x)beriya niha çend deqe rejîma Îsraîlê êrîş li ser paytexta Yemenê Sana pêk aniye
Kanala 13 a rejîma Îsraîlê îdia kir ku di êrîşên Îsraîlê yên îro piştî nîvro yên li ser Yemenê de, hin navendên ku berpirsên payebilind ên Yemenê lê ne, depoyên çekan û navendên leşkerî yên nêzîkî Meydana El-Sebaîn û Bab El-Yemenê hatine hedefgirtin.
Di nav hedefên ku hatine êrîşkirin de ev hene: "Baregeha Fermandariya Giştî ya Hûsiyan, kompleksên aîdî dezgehên ewlehî û îstîxbaratê yên hikûmetê, baregeha beşa propagandaya leşkerî ya Hûsiyan, û her wiha baregehên leşkerî yên ku çek û hêzên leşkerî yên hikûmetê li herêma Sanayê hatine tespîtkirin."
..............................
/Dawiya peyamê
Etîket
Sana
Rejîma Siyonîst
Îsraîl
Ensarullah a Yemenê
Hûsiyên Yemenê
Your Comment