AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : sahar tv
şemî

6 adar 2021

7:22:13
1120995

Rêberê mezin ê Inqilaba Îslamî: Çalakiyên jîngehê di çarçêva çalakiyên olî û şoreşgerî de ne

Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî tekez kir ku çalakiyên jîngehê çalakiyên olî û şoreşgerî ne û nabe ku ew wek tiştekî lûks an xemilandî werin dîtin.

ABNA24 : Li gorî bingeha agahdariyê ya Nivîsgeha Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî yê Îranê, ayetullah Xamineyî, Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî, îro Înê bi minasebeta Roja Çandina Daran û Hefteya Çavkaniyên Xwezayî du şitlên darên fêkiyan çandin û di axaftinên xwe de gul û giya û hawêrdora hêşînatî di jiyan û avakirina şaristaniya mirovahiyê de wekî faktorek girîng da zanîn.

Hz. ayetullah Xamineyî amaje bi kokên epistemolojîk û olî yên baldariya derheq jîngehê kir û diyar kir: Çandina daran û çandina şitlan ji wan behreyan in ku di şerîeta pîroz a Îslamê de tekez li ser wan tê kirin.

Rêberê giranqedr ê inqilaba Îslamî behsa giringiya jîngehê di destûra bingehîn de jî kir û pircurî û pirrengiya jîngehê û avhewaya welat wekî zemîneyeke guncan ji bo çalakbûn gel û ciwanan di warê jîngehê de da zanîn.

Hz. ayetullah Xamineyî heyf û mixabiniya xwe derheq wêrankirina daristanan, çavkaniyên xwezayî û avên binerdî ji hêla kesên derfetdiz û behrehez ve diyar kir û tekez kir: Rûxandina jîngehê karesateke mezin e ku pêşeroja mirovahiyê xera dike, ji ber vê yekê divê karbidest û hemî gel li dijî kiryarên wiha û sebebkarên wan bisekinin.

Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî, qala bûyerên wekî şewata daristanan an ziwabûna gol û avzêman kir û tekez kir: "Ev bûyerana tên pêşîlêgirtin û berpirên ku wezîfeyên xwe cih naynin sûçkar in."  

Hz. ayetullah Xamineyî bal kişand ser pirsgirêka Koronayê di bergava Sersalê de bi bîrxist û diyar kir: "Sala borî, di betlaneyên Eydê de, xelkê bi tevahî şîretên tendirustiyê şopandin û berçav girtin ji ber wê belayek mezin ji welêt dûr ket, lê îsal xetere her ku diçe mezin û  berfirehtir dibe, ji ber vê yekê divê îsal her kes pêşniyar û şîretan bi cidî bişopîne û cih bînin. "

342/