AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : sahartv
în

27 gulan 2022

10:54:07
1261338

Sersaxî ji ber salvegera şehîdbûna Îmam Ceferê Sadiq (S)

Îro În, 27ê Gulana 2022an hevdem e digel 25ê Şewala 1443an û salvegera şehîdbûna Îmam Ceferê Sadiq (S), Îmamê şeşem ê Şîeyên Cîhanê.

ABNA24 : Îmam Ceferê Sadiq (S), şeşemîn pêşewayê şîeyan di heyama jiyana xwe ya bombarek de, karî bizava zanistî û çandî ya mezin dest pê bike û bingehên zanistî yên Mekteba Şîeyê xurt bike.

Di serdema ku ramanên dijî Îslamê û wêranker, xetereke mezin di rêya Îslama resen da bû, Îmam Ceferê Sadiq (S) bi têkoşînên xwe yên zanistî, rê li ber belavbûna fikrên dijî Îslamê girt.

Wî hezretî di rêya damezirandina mekteba Şîetiyê, gellek dijwarî kişandin da ku bizaveke mezin li ser bingeha heqîqeta Îslamê û aqilmendiya dînî damezirîne.

Gotûbêj û munazireyên Îmam Ceferê Sadiq (S) bi hêza mentiq û stîdlala wî û bersivandina şik û gumanên dînî roleke pirr girîng di vejiyandina mekteba şîetiyê hebûye.

Rêxistina Radyo û Televîziyona Komara Îslamî ya Îranê bi boneya salvegera şehîdbûna Îmam Ceferê Sadiq (S), Îmamê şeşem ê şîeyên cîhanê, sersaxiyê dide gişt misilmanan.

342/