ABNA24 : Li gorî rapora IRNA`yê, Wezareta karên derve ya Yewnanistanê bi berçavnegirtina kiryaracxwe ya neqanûnî li bara desteserkirina gemiya niftê ya Îranê li heftiya derbasbûyî, daxwaza azadkirina bilez a gemiyên xwe û xebatkarên desteserkirî yên wan kir.
Navenda Pêwendiyên Giştî ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî li daxûyaniyekê ragihand: Hêzên deryayî yên Sipahê Pasdaran roja Îniyê bi sedema binpêkirinan li avên Kendava Farsê dest danîn ser 2 keştiyên nifta Yewnanistanê.
Ev pêngava Îranê piştî wê yekê hat ku Balyozê Yewnanistanê li Tehranê bo Wezareta Derve hat gazîkirin û ji welatê wî hat xwestin ku xwe ji diziya deryayî dûr bixe.
Yewnanîstanê meha borî keştiyeke bi ala Îranê desteser kiribû. Reutersê îdia kir ku Yewnanîstanê petrol radestî Amerîkayê kiriye.
342/