ABNA24 : Kazim Celalî, Balyozê Komara Islamî ya Îranê li Rûsiyê ku hevdem digel cîgirê serokwezîr û serokê komîsyona hevpar a hevkariyên aborî yê Rûsiyê, serdana Têhranê kiriye roja şemê li hevdîtina tev Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê karên derve yê Îranê raporek li bara lidarxistina komîsyona hevpar a hevkariyên aborî di navbera her du welatan û berfirebûna peywendiyên Komara Îslamî ya Îranê û Federasyona Rûsyayê pêşkêş kir.
Di hevdîtinê de Emîr-Ebdullahiyan tekezî li ser girîngiya peywendiyên hevbeş di warên cuda yên siyasî, aborî û çandî de kir û pêşniyarên pêwîst ji bo şopandina rêkeftinên di çarçoveya Komîsyona Hevbeş a Hevkariya Aborî ya di navbera her du welatan de raber kirin.
342/