AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
sêşem

23 gelawêj 2022

14:40:58
1300161

Şiroveyên gelemperî derbarê rewşa gotûbêjên rakirina boykotan

Berdevkê Komîsiyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derveyî ya Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê derbarê rewşa gotûbêjên navokî got: Berovajiya vêya ku pêşnivîs heta radeyeke zêdde hatiye amadekirin, lê hin mijar jî mane.

Ebulfezl Emûyî, Berdevkê Komîsiyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derveyî ya Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê di gotûbêja bi Fars Newsê ra derbarê rewşa gotûbêjên Navokî got: Tîma gotûbêjer bersiva me bo aliyê ewrooî ragiandiye û ev bersiv bi rêya navciyan gihîştiye aliyê amerîkî jî, lê aliyê hember di halê nirxandinê da ye û hîn bersiva me nedaye.

Berdevkê Komîsiyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derveyî ya Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê got: Eger bersiveke guncan raberî Îranê were kirin, pêşnivîsa lihevkirinê dê amadeyî bidawîanînê be û eger ev yek jî pêk were, qonaxên din ji wan vekolandin û piştrastkirina li Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê jî dê werin derbaskirin.

342/