AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
duşem

26 rezber 2022

18:43:57
1308452

Dema lidarxistina civîna parlimana Iraqê diyar bû

Hin çavkaniyên agah qala diyarbûna dema lidarxistina civîna parlimana Iraqê kir.

Muhemed Helbûsî, Serokê parlimana Iraqê roja 30ê Tîrmehê li pey êrîşa alîgirên Muqteda Sedir li ser parlimanê, qala paşdaxistina civînên parlimanê heta demeke nediyar kiribû. Îro çavkaniyeke agah a iraqî ragihand: Dibe ku civîna parlimana Iraq sibe Sêşemiyê, 27ê Îlonê were lidarxistin.

Ji aliyê din va, Elî Terkî nûnerê Hevpeymaniya Fethê li parlimana Iraqê got: Hin zanyarî hene ku civîna parlimanê roja Sêşemiyê bi îhtimala sedî 90î were lidarxistin û em wek nûner sedî sed li ser vê yekê tekezî dikin.

Hevdem berendamê serokwezîrtiya Iraqê soz da ku eger vê cîgehê bi dest bixe, ew ê qeyranên bêkarî, av, elektrîk û gendeliyê çareser bike.

Mihemed Şiya' El-Sûdanî berendamê serokwezîrtiya Iraqê di press konferansekê da got: Şopandina dosyeyên elektrîk, tenduristî, xizmetên bajarî û têkoşîna dijî gendeliyê beriya her tiştî, mijara yekem a çalakiyên dewleta wî ye û eger wezîrek di têkoşîna dijî gendeliyê da bi ser nekeve an jî destê wî di gendeliyê da hebe, ew ê were wêdadayîn û cezakirin.

Li gorî nûçeyeke din, Mihemed Helbûsî, serokê Parlimana Iraqê îro mazûvanê Jeanine Hennis-Plasschaert, Nûnera sektererê gişt ê NY li karûbarên Iraqê bû. Du aliyan di vê hevdîtinê da li ser alûgorên herî dawî yên siyasî li Iraqê şêwirîn.

Hevdem digel derbasbûna alûgorên siyasî yên Iraqê bo qonaxeke nû, Viyan Sebrî, seroka Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlimana vî welatî tekez kir ku ti lihevkirinek tev Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) li ser berendamê hevpar ê serokomartiya Iraqê pêk nehatiye. Wê got, biryara di vî warî da dê li parlimana were dayîn.

Seroka Fraksiyona PDK'yê li parlimana Iraqê têkildarî damezirandina hevpeymaniya rêvebirina hikûmetê, got: Aliyên siyasî hevtêgihîştineke baş li ser vê mijarê hene û çaverêtî heye ku cîgirê serokê parlimanê hefteya bê were
bijartin û piştra hevpeymaniya nû were damezirandin.

342/