rayedarên Wezareta Derve ya Tirkiyê bang li balyozê Yewnanistanê li Enqerê Hristodolos Lazaris kir û daxwaza rawestandina çekdarkirina giravên neleşkerî li deryaya Egeyê kir.
Wezareta Derve ya Tirkiyê jî ji Amerîkayê re notayeke nerazîbûnê şand û daxwaza rêzgirtina ji statuya giravên rojhilatê deryaya Egeyê û standina tedbîran ji bo rêgirtina li şandina çekan bo van giravan kir.
Rageşiya di navbera Tirkiye û Yewnanistanê de ji dawiya Tebaxa îsal ve gihîşt asta herî bilind, bi îdiaya Tirkiyê ku sîstema esmanî ya S-300 ya Yewnanistanê li firokeyên wê girtiye, lewra Tirkiyê li ser vê pirsê li cem NATO, Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê der barê encamên çalakiyên provokatîf yên Yewnanistanê de gilî kir û Atînayê hişyar kir.
342/