AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
sêşem

27 rezber 2022

18:40:40
1308716

Piştgiriya Qazaqistanê ji bo hêzên rûsî yên reviyayî

Qazaxistanê piştgiriya xwe ji bo hêzên Rûsî yên reviyayî ragihand.

Duh Wezareta Karên Derve ya Qazaqistanê di daxuyaniyekê de ragihandibû ku ew referanduma ku Rûsya ji bo tevlîkirina herêmên rojhilatê Ukraynayê dike bi fermî nas nakin.

Li gor raporta Klûba Rojnamevanên Ciwan, Serokomarê Qazaqistanê Qasim Cumert Tokayêv di daxuyaniyekê de ragihand ku welatê wî dê bibe garantorê ewlehiya leşkerên Rûsyayê yên ku ji seferberiya giştî direvin.

Serokomarê Qazaqistanê pêştir daxwaza çareserkirina kêşeya Ukraynayê li gor peymana Neteweyên Yekbûyî kiribû.

Niştecihên komarên Donetsk û Luhansk û her wiha herêmên ketî bin kontrola Rûsyayê yên wek Xerson û Zaporizhia yên herêma Donbassê, biryar e di nava 5 rojan de, ji 23 heta 27 Îlonê, dengên xwe bidin referanduma tevlîbûna Rûsyayê.

342/