AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
yekşem

23 kewçêr 2022

19:05:56
1316468

Peywendiya telefonî ya wezîrên karên derve yên Komara Îslamî ya Îran û Sûriyê

Wezîrên karên derve yên Îran û Sûriyê li bara hin mijarên dualî û mijarên giring ên dualî li qada navçeyî û navneteweyî gotûbêj kirin.

Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Giştî ya Ragihandin û Berdevkiya Wezareta Karên Derve, Husên Emîr-Ebdullahiyan, Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê roja yekşemiyê li peywendiyeke telefonî bi Feysel El-Meqdad wezîrê karên derve yê Sûriyê re, li ser berdewamiya helwêstên bingehîn û mantiqî yên Komara Îslamî ya Îranê derbarê pirsên cîhana îslamî û bi taybetî pirsa Filistînê û piştevaniya ji bereya berxwedanê û dewlet û miletê Sûriyê tekez kir.

Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha got: Zextên siyasî û teblîxî ti bandorekê li îradeya netew û dewleta Îranê li meşiyana ser riya şeref û serxwebûn û pêşketinê û piştevanîkirina ji îstiqrar û ewlehiya welatên navçê, dijberiya li hember destwerdanên biyaniyan û destdirêjiyên Rejîma dagîrker a Siyonîst nake û gelê Îranê bi hişyarî dê pîlanên dijminan pûç bike.

Feysel Miqdad jî amaje bi encamên tal ên destêwerdanên welatên derve li Sûriyê bi behaneya parastina mafên mirovan û ezmûna têkçûyî ya Rejîma Siyonîst û piştgirên wê di komplo û çêkirina qeyranê li dijî dewlet û gelê Sûriyê kir û got: Ew hewl didin li dijî welatên serbixwe, di serî de Komara Sûriyê, Îrana Îslamî, krîzekê çêbikin.

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê herwiha got: Amerîka û Rojava tehemula welatên îslamî yên pêşketî û serbixwe nakin û hemûyan dît ku Amerîka û hevalbendên wê çi anîne serê Sûriye, Iraq û Efxanistanê!

Wezîrên karên derve yên Îran û Sûriyê herwiha li ser pêşxistina peywendiyên dualî bi taybetî di warên aborî û bazirganî de tekez kirin.

342/