Li gorî nûçeya Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul-Beyt ê (s.x) – ABNA –Yemenê di daxuyaniya xwe ya îro Pêncşemê de îdîa û tawanbarên nerast ên medyayên rejîma Siûdî derbarê hebûna xetereyek an gefekê ku bajarê Mekkê û Xana Xwedê ji axa Yemenê armanc digire, şermezar kir û redkirina qethî ya van buhtanan û xapandina medyayî ya eşkere ragihand.
Di vê daxuyaniyê de hatîye gotin: Gelê Yemenê bi awayekî qethî îspat kiriye ku di rêza pêşîn a gelên pêşeng û stûnên sereke yên parastina pîrozgeh û rûmetên îslamî û alîkariya armancên ummeta îslamî de ye. Yemen, hem di asta rêberiyê û hem jî di asta gel de, cihên pîroz û bi taybetî Kebeê di bilindtirîn pileya mezinkirin û pîrozkirinê de dixe û parastin û rêzgirtina wê wek erkeke dînî û exlaqî ya sabît dibîne ku ji nasnameya xwe ya îmanî nayê veqetandin.
Meclisa Şûrayê ya Yemenê destnîşan kir ku belavkirina van derew û viran ji bo veşartina tawanên rojane û armancgirtina cihên sivîl li Yemenê tê kirin û hewldaneke biserneketî ye ji bo îstîsmara amûrî ya pîrozgehên îslamî di pevçûn û polîtîkayên tengbîr de.
Ev meclisê ji gelên ereb û îslamî xwest ku nekevin dava van kampanyayên xapînok û derewîn û bi agahdarî li hember rastiyên meydanê bisekinin û bi hewldanên îstîsmara Xana Xwedê di bernameyên veşartî yên rejîma Siûdî de têkoşîn bikin.
Meclisa Şûrayê ya Yemenê careke din tekez kir ku helwesta Yemenê di parastina serwerî û axa xwe de sabît e û li gel wê, bi parastina rûmetên Xwedê û pîrozgehên îslamî û parastina wan, bi taybetî Mekke, Medîne û Mescîda Eqsa, pabendbûna xwe ya temam heye.
................
Dawiya Peyamê/
Etîket:
- Rejîma Siûdî
- Mekke
- Medîne
- Kebe
- Yemen
Your Comment