AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
çarşem

16 sermawez 2022

18:35:20
1323805

Li Stenbolê agir bi otomobîlan ket û teqiyan

Li navçeya Fatîhê ya Stenbolê agir bi çend otomobîlan ket û piştre teqiyan. Hat zanîn ku şewat ji ber pirsgirêkên teknîkî derketiye, lê dengê teqînan li ba kesên nezîkî cihê bûyer tirs çêkiriye.

Duh bi şev şewata ku li navçeya Fatihê ya Stenbolê di otomobîlekê de derket bû sedema tirsê ji xelkê re. Agirê di demeke kurt de mezin bû û li 4 otomobîlên din belav bû.

Piştre tîmên polîs û agirvemirandinê bo cihê bûyerê hatin şandin. Polîsan derbarê sedema bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin û agahî ji xwediyê otomobîlê wergirtin.

Şofêrê otomobîla ewil agir pê ketî got: “Di dema ajotinê de bêhna mazotê dihat. Min otomobîla xwe rawestand da ku ji bankomatê pereyan bikşînim. Berî ku biçim ATMê pere werbigrim dîsa otomobîl kontrol kir ku ez bibînim kar bike yan na. Di vê navberê de agir bi otomobîlê ket. Ez derketim derve. Piştre agir bi otomobîlên din jî ket.”

Polîsan ragihand ku di şewatê de gumana terorê nîne û şewat ji ber pirsgirêkên teknîkî derketiye.

342/