5 October 2026 - 13:28
Source: Tasnim News
Ma Tofana(Bahoza) Eqsa dê dubare bibe?

Serokê Stada Giştî ya Hêzên Çekdar û Fermandarê Qada Navendî ya Xatema’l-Enbiyayê bi belavkirina daxuyaniyekê hişyarî da û got: Heke şerê nû li dijî Îranê were destpêkirin, agirê wê dê hemûyan bigire.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehl-ul- Beytê (s.x) — ABNA — Îro sê roj mane heta salvegera sêyem a operasyona ecêb a Tofana Eqsa di 7ê Cotmeha sala 2023-an de ku ji aliyê şervanên mucahid ên Tevgera Berxwedana Îslamî (Hemas) û Cîhada Îslamî ya Filistînê ve ji Şerîda Xezzeyê ber bi axa dagirkirî ya Filistînê ve hat bicîhkirin.

4 roj beriya bicîhkirina vê operasyonê, Ayetullah Seyîd Elî Xamineyî, Rêberê Şehîd ê Şoreşê, li Tehranê mêvandariya balyozên welatên Îslamî û mêvanên konferansa Yekîtîya Îslamî kir. Wî di vê civînê de bi dubarekirina helwestên herheyî yên gelê Îranê li hember dagirkirina Filistînê wek beşeke girîng a axên Îslamî got: "Çend dehsal e(dehan sal) ku pirsgirêka Filistînê, bi wateya rastîn a peyvê, pirsgirêka yekem a cîhana Îslamê ye."

Rêberê Şehîd ê Şoreşê ev jî got ku "Îro tevgera Filistînê ji her dema vê heftê heştê salan ve saxlemtir e. Hûn dibînin ku îro ciwanên Filistînî û tevgera Filistînî, tevgera li dijî dagirkirinê, li dijî zilmê, li dijî siyonîzmê ji her demê çalaktir, saxlemtir û amadekirîtir e û bi xwesteka Xwedê ev tevger dê bigihîje encamê."

Şehîd Xamineyî di vê axaftinê de bi bîrxistina tabîra Îmam Xumeynî (r.x) ya rejîma Siyonîstî wek "şêrpence" got: "Bê guman ev şêrpence bi kerema Xwedê dê bi destê gelê Filistînê û hêzên berxwedanê yên li tevahiya herêmê were rehilkirin; bi xwesteka Xwedê."

Di dema ku ev helwest bi dehan salan gelek caran ji zimanê Îmam Xumeynî û Ayetullah Xamineyî û kesên din ên navdar ên eniya berxwedanê hatibûn bihîstin; lê vê carê 4 roj piştî îfadekirina van helwestan, operasyonek bi mezinahiya Tofana Eqsa hat bicîhkirin.

Ji ber vê yekê dikare were pirsîn ka gelo têkiliyek di navbera van gotinan û çêbûna Tofana Eqsa de hebû?

Ev tawanbarkirin ku Tofana Eqsa bi agahî û hevrêziya Îranê hat bicîhkirin, ji destpêkê ve gelek caran ji aliyê rayedarên Siyonîst, bi taybetî serokwezîrê tawanbar ê vê rejîmê ve hat pêşkêşkirin û her car jî ji aliyê rayedarên Îranî û mucahidên Filistînî ve bi vê bersivê rû bi rû bû ku "ev operasyon tevgereke bi tevahî Filistînî ye û di bertekiya zilma bêsînor a Îsraêlê de di dehsalan de pêk hatiye."

Bê guman di heman demê de rayedarên Îranî û di serî de hemûyan Rêberê Şehîd ê Şoreşê wek berê piştî bicîhkirina operasyona Tofana Eqsa jî piştgiriya xwe ya ji Tevgera Berxwedana Îslamî dîsa ragihandin.

Lê heke kes bixwazin fêm bikin ku operasyona Tofana (Bahoza)Eqsa di 7ê Cotmeha 2023-an de — û tofanên din ên ku di rê de ne û dê zû an dereng tomara rejîma Siyonîstî li hev bizeliqînin — reh li ku ye, divê bala xwe bidin beşên din ên beyanên Îmam Xamineyî yê Şehîd di vê civînê de.

Îmam Xamineyî yê Şehîd di destpêka vê axaftinê de gazîkirina Pêxemberê Îslamê wiha diyar dike ku "Pêxemberê Mezin reçeteya dermankirina hemû êşên sereke yên mirovahiyê pêşkêşî mirovahiyê kir «Kitabun enzelnahu îleyke li tuxrice'n-nase mine'z-zulumati ile'n-nûr»; zulmet çi ye? Zulmet hemû ew tişt in ku jiyana mirovahiyê di dîrokê de tarî, reş, tal û jehrî kiriye."

Rêberê Şehîd ê Şoreşê, zilm wek yek ji nimûneyên wan tiştên ku jiyana mirovahiyê tal kiriye bi nav kir û zêde kir: "Şerîeta Pêxember û zanistên Qur'anê, dermankirina êşên mirovahiyê ne... Qur'an li dijî zilmê ye û mirovan teşwîq dike ku li dijî zilmê derkevin: La tezlimûne we la tuzlemûn, Qur'an mirovan hişyar dike; kesê ku li dijî Qur'anê ye, li dijî hişyarbûna mirovan û li dijî têkoşîna li dijî zilmê ye... Qur'an ji bo hêzên gendel tirs e; hem zilmê mehkûm dike, hem mirovê bindest gilî dike ku çima xwe daye ber zilmê. Ev ji bo hêzên zalim xeternak e; belê, Qur'an ev xeter û tirsê ji wan re heye."

Îmam Xamineyî yê Şehîd di axaftina roja yazdehem a Mehrmahê (4 roj beriya Tofana Eqsa) de reçeteya dermankirina êşên mirovahiyê ya ku ji aliyê Pêxemberê Îslamê ve hat pêşkêşkirin, wek reçeteyeke jiyanbexş bi nav kir û got: "Xwedayê Teala dibêje ku «Ya eyyuhe'l-lezîne amenû estecîbû lillahi we lir-resûli îze deakum lima yuhyîkum» jiyanê Pêxember ji we re tîne... Ev jiyana ku Îslam û dîn û Pêxember ji mirovahiyê re dibexşîne, girîngiya wê bi hezaran carî ji wê jiyanê zêdetir e ku em bibêjin me ji bin kavilan derxistin an ji xeniqînê rizgar kirin. Mafê Pêxember li ser stûyê mirovahiyê ev in; em li hember Pêxember deyndar in."

Dîtina saf a Îslamî ya Rêberê Şehîd ê Şoreşê, mirovê misilman û bawermend ji ber reçeteya şîfayê ya ku Pêxemberê(S.X.A) Mezin pêşkêşî wî kiriye deyndarê wê hebûna ronî diyar dike û li ser bingeha heman dîtinê ya ji Qur'ana Kerîm girtî der barê dayîna vê deynê dibêje: "Bawermendên bi Îslamê dikarin deynê xwe bidin; rêya wê ji wan re hatiye nîşandan... «Cîhada di rêya Xwedê de»... Cahidû fillahi heqqe cîhadih; cîhada temam."

Û wateya cîhada temam di dîtina wî de cîhad di hemû qadan de ye, çi cîhada leşkerî û çi cîhad di qada zanistê, siyasetê, zanînê, exlaqê de.

Li gorî ya ku Şehîd Xamineyî di vê axaftinê de rave kir, cîhad di rêya Xwedê de dayîna deynê ye li hember pêşkêşkirina reçeteya rizgarbûna ji zilm û cudahî û nezanî û gendeliyê û hwd. ji aliyê Pêxemberê Îslamê ve ku wî jê re "mafê jiyanê" got.

Ji ber vê yekê divê rehên çêbûna Tofana Eqsa — wek yek ji berbiçavtirîn nimûneyên cîhada di rêya Xwedê de di serdema nûjen de — di reçeteya jiyanbexş de bêne lêgerîn ku Pêxemberê Mezin silavên Xwedê li ser wî û malbata wî, bi navgîniya Qur'an û şerîeta Muhammedî pêşkêşî misilmanan kiriye.

Ji ber vê yekê heta zilm heye, Tofana Eqsa jî heye; li gorî hînkirinên Îslama saf a Muhammedî, operasyona 7ê Cotmehê ne bertekiya yekem a li dijî zilmê bû û ne jî ya dawî dê be.

Bê guman di reçeteya şîfayê ya Pêxemberê Ekrem (s.x.a)de, beriya gava leşkerî li dijî zilmê, rêyeke hêsantir jî ji bo qedexekirin û defkirina zalim hatiye pêşkêşkirin, û ew jî "yekîtîya misilmanan li dijî dijmin" e ku dikare ummeta Îslamî ji dubarekirina Tofanên Eqsa yên paşerojê bêpêwîst bike.

Ji ber vê yekê ye ku Rêberê Şehîd ê Şoreşa Îslamî di heman axaftinê de beriya operasyona Tofana Eqsa tekez dike ku "Bê guman zelal e û me gelek caran gotiye ku em kesî teşwîqî şer û çalakiya leşkerî nakin, em jê dûr jî dikevin; lê ez dibêjim em bi hev re bin da ku em ji şerxwaziya Amerîkayê pêşî bigirin; ew şerxwaziyê dikin."

Lê îro di nebûna yekîtîya berbiçav a welatên Îslamî li hember Amerîka û kûçikê wê yê perwerdekirî Îsraêl de; şervanên eniya berxwedana Îslamî li Filistînê û welatên din ên Îslamî, li gorî reçeteya Pêxemberê Îslamê, jiyana xwe di cîhad û berxwedanê de dîtine û ew kirine şêwaza jiyana xwe.

……………………

Dawiya Peyamê

Your Comment

You are replying to: .
captcha