Receb Teyib Erdoxan serokomarê Tirkiyê roja Pêncşemiyê got: Gotûbêja bi Vladîmîr Pûtîn serokomarê Rûsiyê ji bo çêkirina hêzgeha navokî didome.
Li gorî gotina Erdoxan, ev hêzgeha navokî weke hêzgeha Aq-Quyûyê ye û biryar e li bajarê Sînopê yê bakûrê Tirkiyê were avakirin.
Wî hêviya xwe diyar kir ku bi çêkirina hêzgeha duyem, Tirkiye bikeve rewşeke gelekî baştir û şiyana xwe ya firotina enêrjiyê bo derve hebe.
Erdoxan pêştir gotibû ku Enqere û Mosko li ser çêkirina du hêzgehên din li Tirkiyê muzakire dikin û yek ji van du hêzgehan biryar e ku li bajarê Sînopê were çêkirin.
Hêzageha Aq-Quyûyê li parêzgeha Mêrsînê ya başûrê Tirkiyê ye û ji aliyê Kompanya RusAtomê va tê çêkirin. Plan hatiye darêştin ku behrewergirtina ji yekemîn yekîneya vê hêzgehê di sala 2023an da pêk were.
342/