AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
şemî

19 sermawez 2022

16:43:48
1324678

Rêberê qedirgiran ê şoreşê: Şerûtî bê guman dê ser hev da were dayîn

Rêberê qedirgiran ê Şoreşa Îslamî “herikandina gel ber bi meydanê” armanca sereke ya kargêr û rêvebirên ajaweyên vê dawîyê zanî û got: Bêguman dê şerûtî were jiholêrakirin û gelê Îranê bi hêza zêdetir û morala tezetir pêşketina welêt bidomîne.

Hezretê Ayetullah Xamineyî îro di hevdîtina digel bi sedan kes ji niştecihên Isfehanê da herwiha got: Ev bûyer, cinayet û xirabkarî dibin sedema hin pirsgirêkan ji bo gel û esnafan, lê kesên li meydanê û yên pişt perdeya van şerûtîyan, gellek piçûktir ji wê ne ku bikaribin derbê li pergalê bixin.

Rêberê qedirgiran ê Şoreşa Îslamî herwiha got: Pirsgirêka sereke ya zorbêjan di serederîya digel Komara Islamî ya Îranê da eva ye ku heke ev pergala pêş bikeve û li dinyayê were dîtin, mentiqa lîberal-demokrasîyê ya cîhana rojava dê batil bibe.

Hezretê Ayetullah Xamineyî herwiha pêgirî kir: Ji ber vê hêrsbûn û acizbûnê, amerîkî û ewrûpî bi hemî imkanan derbasî meydanê dibin lê nikarin bigihêjin merema xwe, çawan ku berî vîya jî nekarîne û yê di siberojê da jî nekaribin.

Hezretê Ayetullah Xamineyî herwiha amajeyî fêl û fenda welatên rojavayî ku bi navê azadî û demokrasîyê dijî azadî û serdestîya gelanî li welatên din radibin kir û got: Efxanistan mînakeke nêzîk û berbiçav e ku amerîkîyan bi vê hecetê ku hikûmeta wê ne gelanî ye, êrişî wir kirin lê piştî 20 sal cinayet û talankirinê, hikûmeta ku dijî wê rabibûn, hat ser desthilatê û ew bi serşurîyê ji Efxanistanê vekişîyan.

Rêberê qedirgiran ê Şoreşa Îslamî amajeyî vê yekê kir ku di şerê di navbera Îranê û zorbêjan da, Amerîka di rêza pêşîn da ye û Ewrûpa jî li pişt vî welatî sekinîye û got: Di salên piştî serketina Şoreşa Îslamî da hemî serokomarên Amerîkayê ji Karter, Kilînton û Obamaya demokrat û Rêygan û Bûş bigire heta ewê aqilsivik ê berê û Baydênê bê hiş û hedam ku dixwaze gelê Îranê rizgar bike, gişk li himberî Komara Islamî ya Îranê sekinîn û ji her kesê ku karîn ji wan Rêjîma Sîyonîst wek seyê xwe yên har û zincîrkirî û hin welatên herêmê alîkarî wergirtin.

Rêberê qedirgiran ê Şoreşa Îslamî, “Şîyana veguhertina gefan bo derfetê” şîyana zatî ya her gelê bawermend zanî û got: Paşxana derfetsazîyê ya gelê Îranê di serdema Berevanîya Pîroz da bû sebeb ku hema roja îro jî her dema ku dijmin fikir dikin ku karta leşkerî bi kar bînin, têdigihêjin ku gelê Îranê ne yê tewandinê ye, çawan ku vî gelî bi caran ji amerîkîyan û neyarên xwe ra gotiye ku “hatina we bi destê we bixwe ye lê çûyîna we na” û heke hûn destdirêjîyê bikin, hûn dê tûş bibin û ji nav herin.

342/