AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
duşem

21 sermawez 2022

20:09:12
1325225

Nerazîiyeke fransî sîleyek li rûyê Emmanuel Macron da

Fîlmek ji lêdana sîleya neraziyekê li rûyê Emmanuel Macronê serokê Fransayê li nav torên civakî belav bûye û mirov dixe bîra sala par ku yekî sêleyek lê dabû.

Rojek piştî serkutkirina xwenîşandana berfireh a fransiyan di roja Şemiyê da û hevdem digel salvegera çarem a nerzîtiyên Tevgera Êlegzeran, roja Yekşemiyê fîlmek ji sîledana jineke nerazî li rûyê Emmanuel Macron belav bû.

Li gorî raporaan, Emmanuel Macron ku hevrê digel parêzvanên xwe ji bo serdana navçeyeke Parîsa paytexta vî welatî mijûlî rêveçûnê bû, jineke fransî ya nerazî sîleyek li rûyê wî da.

Di vê fîlmê da tê dîtin ku jina fransî nêzikî Macrn dibe û derdem sîleyekê li rûyê wî dide.

Parêzvanên serokomarê Fransayê piştî vê kiryarê, êrîşî ser jina nerazî dikin, wê li erdê dixin û digirin.

342/