AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
pêncşem

24 sermawez 2022

21:21:54
1325974

Hejmara kesên di erdheja Endonezyayê de mirine gihîşt 252 kesan

Hejmara kesên di erdheja Endonezya ya bi pileya 5,6 de jiyana xwe ji dest da, gihîşt 252 kesan.

Roja Duşemê li Endonezyayê bi pileya 5,6 erdhejek li grava Cava ya Endonezyayê rû da, hejmara miriyan derket 252’an.

Rayedaran ragihand ku li bajarê Cianjurê ku herî zêde ji erdhejê bandor bûye, li gorî bîlançoya nû hejmara kesên jiyana xwe ji dest daye derket 252’an, 31 kes winda ne û zêdetirî 300 kes jî birîndar bûne. Gumana ku ev rêje zêdetir bibe heye. Navenda erdhejê li nêzî bajarê Cianjurê ye.

Endonezya ku di nav Xeleka Agir a Pasîfîkê de cih digire, pir caran bi erdhej û teqînên volkanîk ên pêk tên, dikeve rojevê. Sala 2018 ‘an li grava Sulawesî erdhejeke bi dijwariya 7,5 pileyî rû da û bû sedema tsûnamiyê, li bajarê Palu xist. Di encamê de 4 hezar û 300 kesan jiyana xwe ji dest dan an jî winda bûn.

Di sala 2006’an de li girava Cavayê erdhejek bi pileya 6,3 pêk hatibû û di encamê de 6 hezar kesan jiyana xwe ji dest dabûn û bi deh hezaran kes jî birîndar bûbûn. Di sala 2005’an de erdheja bi pileya 8,7’an ku li peravên Sumatrayê pêk hatibû, zêdetirî 900 kesî jiyana xwe ji dest dabûn.

342/