AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
în

13 rêbendan 2023

14:57:10
1338073

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî: “Plana tam a dijmin têk çû”

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di salroja bimbarek a jidêbûna hezreta Fatimeya Zehra (S) di hevdîtina digel hejmarek ji helbestvan û pesinderên Ehli Beytê (S) da pêgirî kir: “Plana tam a dijmin têk çû, ji ber ku hesabên wan şaş bûn.”

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di salroja bimbarek a jidêbûna hezreta Fatimeya Zehra (S) di hevdîtina digel hejmarek ji helbestvan û pesinderên Ehli Beytê (S) da got ku hebandina hezreta Siddîqeya Kubrayê di karûbarên kesane û giştî da gellekî bibandor e û dîyar kir: “Meddahî ango pesinderîya bo Ehli Beytê (S) mîrasa şîeyan û hunereke pêkhateyî ye ku ji dengê xweş, helbesta baş, awaza guncav û naveroka gellekî baş û dewlemend pêk tê û divê wekî nivîsarên dînî yên biqîmet ên din, hemî pêkhate û ruknên wê baş, xweş û bedew bin.”

Hezretê Ayetullah Xamineyî di vê hevdîtinê da pêgirî kir ku dijmin hemî faktorên pêwîst ji bo alozkirin û têkdanê yên li welatekî xistin dewrê û got: “Dijmin ji çend mehan berî ajaweyên vê dawîyê va, babetên emnî, tîmên sîxor, haykûfa tirandina ji Îranê li cîhanê bi şêwazên propagandeyî yên curbicur, kirêgirtîyên navxweyî, hestên etnîkî, mezhebî, sîyasî, kesane û propagandaya berfire çalak kirin.”

Wî herwiha got: “Min wek çavdêrekî ji ber darêja baş û tam di dilê xwe da ji dadijminan re got “eferim”, ji ber ku wan her tişt li cih û di asta pêwîst da amade kiribûn, lê tevî vê planê ku li hin welatan kêrhatî ye jî, nekarîn û serkevtî nebûn, çinku hesabên wan şaş bûn.”

Hezretê Ayetullah Xamineyî herwiha got: “Wan xeyal dikir ku gelê Îranê yê ji ber pirsgirêkên aborî bi plana wan a rûxandin û perçekirinê ra hevrêtîyê bike û alîkarîyê bide wan.”

Wî herwiha got: “Dijminan xeyal dikirin ku bi gotinên kirêt û pîs û bêrêzîyên curbicur dikarin vîna berpirsên welêt sist bikin û wan ji meydanê derxin, xeyal dikirin ku dikarin bi weswese û hellahellayê nakokîyê bixin di navbera berpirsên pillebilind ên welêt da, xeyal dikirin ku dikarin bi dolarên niftê yên filan welatê kirêgirtîyê Amerîkayê bandorê li vîna Komara Îslamî bikin û ewê sist bikin.”

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî pêgirî kir: “Dijminan xeyal dikirin ku ciwanên me dê bi handana çend xwefiroşan a bi penaxwazbûna li welatekî din û belavkirina gotin û babetên pîs û kirêt dijî Îranê, bêhêvî bibin, di halekî da ku hesabê wan şaş bû û kesî guh neda wan.”

Hezretê Ayetullah Xamineyî herwiha got: “Dijmin 40 sal e ku bi her rêyekê dijî Komara Îslamî hewil didin lê ji ber ku hesabên wan şaş bûne û şaş in, hewlên wan serê xwe negirtine û di siberojê da yê têk herin.”

Wî pêgirî kir: “Nabe em ji ber hesabên şaş ên dijminan xafil bibin belkî divê em hişyar û baldar bin, nabe em xafil û qurre bibin û bêjin ku idî hewla dijminan bi dawî hat, na, divê em li meydanê bimînin û bizanin ku tişta gel diparêze, hêvî û yekitîya neteweyî ye.”