AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
în

13 rêbendan 2023

15:02:51
1338081

Gelê Îranê destwerdana dewletên rojavayî di karên navxweyî yên Îranê da şermezar kir

Gelê înqilabî yê Îranê îro bi meşeke piştî nimêja Îniyê destwerdana dewletên rojavayî nemaze ya Fransa, Alman û Ingilîsê di karên navxweyî yên Îranê da şermezar kir.

Gelê seranserî Îranê îro piştî nimêja Îniyê bi meşekê destwerdana dewletên rojavayî nemaze ya Fransa, Alman û Ingilîsê di karên navxweyî yên Îranê da û bêrêzîya kovara fransî ya Charli Hebdo’yê li merceyê dînî û nirxên dînî şermezar kir.

Gelê Îranê di daxûyanîya dawîya vê meşê da amajeyî kiryara rezîl û kirêt a kovara fransî ya Charli Hebdo’yê kir û ragihand: “Ev karê rezîl û bêşermane yê Fransayê têkçûn û hilweşîna exlaq û meinewîyetê û lawazbûn û binbesta hizrî û têkçûna welatên rojavayî di warê çandê da nîşan dide.”

Pişikdarên nimêja Îniyê li seranserî Îranê ji Wezareta Karên Derve ya welêt jî xwestin ku hemî rêyên qanûnî û hiqûqî yên pêkan ji bo bersivdana himberî kiryara rezîl a wê kovara fransî û lêborînxwestina sebebkar û piştgirên vî karê bêşermane bigire ber xwe.

342/