AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
şemî

14 rêbendan 2023

16:44:09
1338379

Sertîp Heyderî: “Hêza Bejahî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê hêzeke Pêşîlêgir e”

Fermandeyê Hêza Bejahî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê tekez kir: “Roja îro Hêza Bejahî ya Artêşa Îranê bi qaweta yekîneyên zirêhî, topxane, xwefirr, Cenga Elektronîk û Hewa-Nîrûzê (beşa asimanî ya hêza bejahî) wek hêzeke ‘Pêşîlêgir’ tê naskirin.”

Emîr sertîp Kiyomers Heyderî Fermandeyê Hêza Bejahî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: “Erka sereke ya Hêza Bejahî ya Artêşê dabînkirina ewlehiyê li ser sînorên Îrana Îslamî ye.”

Fermandeyê Hêza Bejahî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: “Tevî hebûna hemî gefan, bi saya cihanîna daxwaz û destûrên Fermandeyê mezin ê Gişt Hêzan û xurtkirina asta amadetiya Hêza Bejahî, me kariye asteke Pêşîlêgritinê bi dest bixin da ku komployên dijminan tûşî şikestê bînin.”

Fermandeyê Hêza Bejahî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: “Hebûna bibandor a Hêza Bejahî ya Artêşê li ser sînorên welêt û dabînkirina ewlehiyê li niqteyên sînorî yên cûr bi cûr nîşana amadetiya vê hêzê di warê şerkirin û şiyana berevaniyê da ye.”

342/