AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Welayet News
pêncşem

8 reşemî 2024

9:39:22
1436152

Serokomarê Cumhurîya îslamî a Îranê Îbrahîm Reîsî:Hebûna hêzên Amerîkayê li Herêmê pirsgirêkan zêdetir dike

Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî bertek nîşanî hebûna hêzên Amerîkayê ya li herêmê da û got ku divê pirsgirêkên welatên herêmê bên çareserkirin.

Reîsî bi minasebeta 45emîn salvegera şoreşa Îranê li ber balyozên welatê xwe li Tehranê axivî.

Sererkan ev daxuyanî da: 'Tu sedem tune ku hêzên Amerîkî li herêmê bin. Divê pirsgirêk bi destê rayedarên welatên herêmê bên çareserkirin. Hebûna hêzên derve li herêmê pirsgirêkan zêdetir dike.

Di şerê Xezeyê de ku ev nêzî 4 meh in dewam dike, aliyê serketî gelê Filistînê ye û Îsraîla ku nekarî bigihêje armancên xwe, têk çû.

Em di wê baweriyê de ne ku divê DYA û Rojava mudaxeleyî paşeroja Filistînê nekin û pêşeroja gelê Filistînê bi xwe diyar bikin.