26 November 2026 - 10:08
Li Misirê tankerek teqiya: Bi dehan mirî û birîndar hene

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehl-ul- Beytê (s.x) – ABNA – Li rojavayê Qahîreya paytexta Misirê, li devera Weraqê ya parêzgeha Gîzayê tankereke sotemeniyê şewitî û herî kêm 31 kes mirin û 21 kes jî birîndar bûn.

Wezareta Tenduristiyê ya Misirê da zanîn ku hejmara dawî ya kesên ku di şewatê de mirine 31 e û 21 kes jî birîndar in.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, ji bo hewldanên rizgarkirinê û veguhastina birîndaran 39 ambulans şandine cihê bûyerê.

Rojnameya Ehramê ragihand ku Serokkomarê Misirê Ebdulfetah Sîsî ferman daye dezgehên pêwendîdar ku bi lez alîkariya birîndaran û malbatên kesên mirî bikin.

Wezîrê Tenduristiyê yê Misirê Xalid Ebdulxefar diyar kir ku ew rewşa tenduristiyê ya birîndaran ji nêzîk ve dişopîne û ferman daye nexweşxaneyên nêzîkî cihê bûyerê ku asta amadehiya xwe bilind bikin.

Her wiha Wezîra Hevgirtina Civakî Maya Mursiyê ferman da tîmên Heyva Sor a Misirê û Birêvebiriya Hevgirtina Civakî ya Gîzayê ku alîkariya lezgîn bigihînin kesên ku ji ber agir zerer dîtine.

Hate ragihandin ku tîmên parastina sivîlan agirê tankera ku berhemên petrolê vediguhast xistine bin kontrolê.

Hêzên ewlehiyê piştî agahdarkirinê çûn cihê bûyerê.

Berpirsên trafîkê ji bo parastina ajokaran û rêlibergirtina qerebalixiyê rê girt û rêyên alternatîf diyar kirin.

Rayedaran da zanîn ku sedema derketina agir hîn nehatiye eşkerekirin û lêkolînên li ser bûyerê didomin.

………………

Dawiya Rapore/

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha