AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Ajansa Nûçan a Ehlûl Beytê (s.x) Abna
yekşem

11 reşemî 2024

13:24:36
1436788

Asoşyet Pres: Îraniyan 45 saliya Cejna şoreşê pîrozîye girtin

Ajansa Asoşyet Pres: ragihand: Di nava gurbûna aloziyan li rojavaya Asyayê piştî berdewamiya şerê Xezeyê, xelkê seranserê Îranê li kolanên 22ê Behmenê meşek li dar xistin û Ew qêrîn bidengên"Bimre Amerîka" û "Bimre Îsraîl" bang dikirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Ehlûl Beytê (s.x) Abna - amadebûna berfire ya bi milyonan xelkê Îranê li seranserî vî welatî li merasima 45`emîn salvegera Înqilaba Îslamî ya Îranê, di medyayên biyanî de jî cih girt.

Ajansa Asoşyet Pres ragihand ku bi hezaran îranî îro yekşemê li kolan û meydanên girîng ên bajarên xwe ku bi al, balon û cil û bergên ku tê de dirûşmên şoreşgerî û olî hatibûn nivîsandin bi boneya şoreşa bajarê xwe hatibûn xemilandin, meşiyan. .

Ajansa Asoşyet Pres ragihand ku meşa 22’ê Behmena îsal di nava zêdebûna aloziyan de li Rojavayê Asyayê ji ber berdewamiya şerê Xezeyê tê lidarxistin.

Vê ajansa nûçeyan a Amerîkî piştre bi taybetî behsa meşa roja Înqilaba li Tehranê kir û nivîsand ku xelkê Tehranê ala Komara Îslamî ya Îranê daliqandin û pankartên ku li ser "Bimre Amerîka" û "Bimre Îsraîl" nivîsîbûn hilgirtin.

Di dîmenên ku ji merasîma pîrozbahiya şoreşê hatin weşandin de tê dîtin ku meşa 22’ê Behmenê li gelek bajarên welêt bi beşdariya girseyî hat lidarxistin.