Bi-navê Xwedaye dilovan û dilovîn.
Hemd ji Xwedayê Rebbê A'lemêrebin
Selawat û silav li ser Hz. Muhemed'bin, kû baştirînê kesê hilbijartine.
Û malbata wî ya qenc û paqij
Û hevalên wî yên mûxlûs û hilbijartî
Û hevalbendên kû heta roja qîyametê jiwanre peyrev û rastdarin.
Bidengek dil Nawaz û dilşewata Îbrahîm'î kû bi-emrê Xweda di-demsala Hecê'de, berê hemû mirovan dikişîne bâl Kabeyê, îsal dilê gelek misilmana ji çar aliyên cîhanê kişandiye ser vê mijar û bingeha yek-Xweda'î û yekîtiyê û ev yek afirandiye. Girseyekî bi heybet û cihêreng aniye û berfirehiya mirovî û hêza faktora giyanî ya Îslamê kişandiye ser giyanê xwe û biyanî.
Civîna mezin û ewan merasîmên girseyî ên Hecê, her ku bi çavekî hizirî lê were nihêrtin, ji bo misilmanek çavkaniya hêz û baweriyê ye.
Û ji bo dijmin û kesên xerabre, tirsnak û gelek bi heybete.
Ne e'cêb e ku dijmin û neyarên Ümmeta Îslamê van her du aliyên wecîbeya Hecê ji têkbirin û gumanê bikin hedef; Yan bi eşkerekirina cudahiyên ol-î û siyasî, yan jî bi biçûkxistina aliyên pîroz û manewî.
Qur'an, hecê wek nîşana îbadet, bîranîn û nefsbiçûkiyê, nîşana wekheviya rûmeta însanan diyardike, birêxistinkirina jiyana maddî û manewî ya însanan, nîşana bereket û hîdayetê, nîşaneya aştiya exlaqî dide nasîn. û lihevhatina pratîk-î ya di navbera birayan de, û diyardeya nefret û rûbirûbûna bi hêz li hember dijminan diragihîne.
Fikirandina li ayetên girêdayîyê Hecê û nihêrîna li ser kiryar û ayînên vê erka bêhempa van û razên mîna van di pêkhatina tevlihev a Hecê de nîşanî me dide.
Gelek xûşk û birayên hecî niha di warê pêkanîna evan heqîqet û zanînêdene. Raman û tevgera xwe her ku diçe nêzîktir û nêzîktirê wê bike û nasnameya xwe ya ku bi van têgînên bilind tevlihevkirî vegerîne malê. Ev bîranîna hêja û rast a gera we ya Hecê ye.
Îsal li gorî salên borî mijara berae'tê li ber çavane. Trajediyên Xezayê ku di dîroka me ya hevdem de bêhempane û quretiya (emperyalîzma cîhanî) rejîma hov û nîşana hovîtiyê, û helbet paşketina siyonîzmê, ji-bo tu kes û aliyek, cihek ji bo dîtin û razîbûnê nehiştiye. Hikûmet, an bi zahir misilman, Beraata îsal, divê ji mewsima hecê û miqatê wêdetirbe, li welat û bajarên ku misilman lê niştecihin, li seranserê cîhanê bidome û ji heciyan jî wêdetirbe li xelkê belav bibe.
Ev beraetkirina ji Rejîma Siyonîst û piştgirên wê, bi taybetî Dewlet û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê divê xwe di gotin û kiryarên netew û dewletan de nîşan bide û meydan li ber celladiyan teng bike.
Berxwedana polayî ya Filistînê û gelê sebir û mezlûm ê Xezayê ku rûmeta sebir û berxwedanê bûye sedema heyran û hurmeta cîhanê, divê bi her awayî were piştgirî kirin û lê-were xwedîderketin.
Ji Xweda, ez jiwanre serkeftineke temam û bilez dixwazim û heca we heciyên e'zîz pîrozdikim û jiwerajî serkeftin dixwazim. Bila îcaba duaya Hezretî Baqiyetullah (ruhêm jêre feda) piştgirîya we bike.
Silav û rehma Xwedê li ser we be
Seyîd Elî Xamineyî
4 Zul-Hicce 1445
22 Hezîran 1403