AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahar Tv
sêşem

29 gelawêj 2017

6:10:15
851098

Sersaxiya salvegera şehîdbûna Îmam Mihemedê Baqir (S)

Îrana Îslamî di roja salvegera şehîdbûna Îmam Mihemedê Baqir (S), Îmamê pêncan ê şîeyên Cîhanê, di nava xem û matemê da ye.

Îro Sêşemî, 7`ê meha Zêl Heceya sala 1438`an a Koça Heyvî, beranberî 29`ê Meha Tebaxa sala 2017`an, salvegera şehîdbûna Îmam Mihemedê Baqir (S), pêncemîn pêşewayê şîeyên cîhanê ye.

Nasnavê îmamê Pêncem ê şîeyên cîhanê, Baqir an Baqir El Olûm (Qelişînerê zanistan) e.

Hezretê Îmam Mihemedlê Baqir 19 sal û 10 mehan piştî şehîdbûna bavê xwe yê hêja, hezretê Îmam Zêyn El Abêdîn (S) jiya û di vê heyamê da erkên girîng ên îmamtiyê cih anîn.

Îmamê pêncem ê şîeyên cîhanê, serê axir roja 7`ê meha Zîheceya sala 114`an a Koça heyvî di temenê 57 saletiyê da li bajarê Medîneyê ji aliyê Hişam ibnê Evdilmelik ji xelîfeyên Omewî va bi jehrê hat şehîdkirin.

Gelê seranserî Îrana Îslamî di şev û roja salvegera şehîdbûna hezretê Îmam Mihemedê Baqir (S) bi amadebûna li mizgeft, tekye, tirba paqij a Îmam Reza (S), îmamê heştem ê şîeyan, li bajarê Meşhedê li bakurê rojavaya Îranê û tirba paqij a Hezreta Mesûmeyê (S) li bajarê pîroz ê Qomê li başûrê Têhranê, şîndariyê dikin.

Radyo û Têlêvîziyona Komara Îslamî ya Îranê bi boneya gihîştina salvegera hezretê îmam Mihemedê Baqir (S) îmamê pêncem ê şîeyên cîhanê sersaxiyê dide misilman û azadîxwazên din ên cîhanê.