AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Abna
çarşem

28 sermawez 2018

17:02:02
918584

Rêberê Înqilabê: Karekî wisa bikin ku dijmin heta newirêbin gelê Îranê tehdîd jî bikin

Serfermandarê Hemîhêzan amedebûna zêdetir a hêzên çekdar wek sedema nehîştin û tirsandina dijminan dazanîn û diyar kir: Komara Îslamî mebesta xwe ya ku bi kesekî re dest bi şer bike nîne lê divê em qabilîyetên xwe wisa zêdetir bikin daku dijmin ne tenê ji êrîşî Îranê kirinê bitirse û jê xofnak be, belkî bila bi saya hevgirtin, muqtedirbûn û hebûna bibandor a hêzên çekdar li qadê, sî û seresîya tehdîdê jî ji ser serê gelê Îranê dûr bikeve.

Abna / Rêberê Înqilaba Îslamî Hezretê Ayetullah Xameneyî, îro (Çarşemê) berî êvarê di hevditîna ligel fermandar û rayedarên hêzên deryayî yên artêşa Komara Îslamî ya Îranê de esasgirtina hêzên însanî yên ciwan, îmandar, tijî engîze û motîvasyon wek kilîda çareserîya kêşeyên – hêzên çekdar jî di nav de – li hemû beşên welêt dazanîn û bal kişan ser pêwîstîya karê çendqatî û amadebûna berfirehtir û destnîşan kir: Her çi qas ji destê we tê xwe amde bikin, şiyan û qabilîyetên xwe berfirehtir bikin daku dijminên Îranê heta newêribin tehdîdkirina vî miletê mezin di serê xwe re jî derbas bikin.

Serfermandarê Hemîhêzan di vê hevditînê ku bi boneya roja hêzên deryayî li dar ket de amaje bi sefbendî û seferberîya enîyeke berfireh a ku reqîp û dijminan li dijî Îranê pêk anîye, kir û got: Hebûna vê rastîyê li kêleka pêwîstîya telafîkirina paşvemayîtîyan dide xuyakirin ku xebata çendqatî û derasayî, hêzên deryayî jî tê de li hemû beşên welêt pêwîst e.

Wî, pêşveçûnên artêşê namaze yên hêzên deryayî ji destpêka Înqilaba Îslamî heya îro wek pêşveçûnên gewre û heyretawer wesifand û lê zêde kir: Nifşa niha ya hêzên deryayî ji kûrahîya dil ji qabilîyetên xwe û nûhanîn û nûkirina xwe bawer dikin û pêkhatina diyardeyên wekî cîgirtina keştîya wêranker a Sehendê û binderyayên Fatih û Xedîrê li nava keştîbanîya deryayî, ji derfeta pêşketinên hîn zêdetir mizgînê dide.