Peyjirandina hîcabê (sergirtinê) di nava ciwan û xortan de, ji biryareke takekesî an tenê olî wêdetir, rasterast di bin bandora “komên referans” (malbat, heval û kesayetên civakî) de pêk tê. Di rastiyê de ciwan bi rêya kincên xwe, nasnameya xwe ya civakî û girêdana xwe ya bi komê re nîşan didin.
Di vî warî de, Îmam Xomeynî tekezî li ser azadiya hilbijartinê û dûrketina ji her cûre zorê di mijara hîcabê de kiriye. Her wiha Rêberê Mezin ê Şoreşê, rêyên herî bibandor ên pêşxistina vê çandê, wekî “çêkirina mînakan bi rêya serkeftinên objektîf” (wek werzişvanên sergirtî) û “têkiliya bi rûmet û mirovane” digel kesên ku di vî warî de lawaz in, binav dike.
Di Quranê de jî bi ayeta “کُونُوا مَعَ الصَّادِقِینَ” (Bi rastgo û qencan re bin), bal tê kişandin ser bandora hevaltiyê li ser baweriyê. Lewma, rêya herî rast a zêdekirina pejirandina hîcabê, ne dûrxistin an darizandina kesan e; belkî xurtkirina hevaltiyên erênî, afirandina mînakên serketî û parastina rûmeta mirovî ye.