Tirkiyeyê, «Kurdistan»

  • “Rojek li Tirkiyeyê: Dîtina peyva tabû ‘Kurdistan’ di sernivîseke nûçeyê de”

    “Rojek li Tirkiyeyê: Dîtina peyva tabû ‘Kurdistan’ di sernivîseke nûçeyê de”

    Servîsa Tirkiyeyê - Ez bi salan e şopînerê nûçeyên Tirkiyeyê me. Min bi hezaran sernivîs xwendine; ji operasyonên leşkerî û hilbijartinan bigire heta qeyranên siyasî û danûstandinên aştiyê. Lê îro danê sibê, gava min nûçe diçêrandin, sernivîsekê ez çend saniyeyan sekinandim: «Hişyariya tozê li Kurdistanê». Ne ji ber tozê; ji ber wê peyva ku salên dirêj hebûna wê di qada fermî û medyayê ya Tirkiyeyê de tabû bû: «Kurdistan».