Di Koordînatortîya Cizîrê ya Weqfa Evîndarên Pêxember (s.x.a)de, li navçeya Cizîra Şîrnexê bernameya Mewlûda Nebî hat terîpkirin, ji rayedarên Weqfê Mele Osman Tayfur axivî di bernameyê de û weha got, “Xûşk û birayên me yên Filistînî di pêşengîya Hezretî Resulullah de berxwedanekî nîşan didin. Divê ji zalim, sîyonîzm û emperyalîzma vê dinyayê re dengê xwe derxin. Heger însanîyet ji zilma li Filistînê re bêdengmayîna xwe bidomîne ew ê ji rê derkeve.”