-
XizmetkariyanŞam ketina(çûna) Netanyahu ya ser axa Sûriyeyê şermezar kir
“Servîsa Sûriyê — Wezareta Karên Derve ya Hikûmeta Demkî ya Sûriyê, çûna Binyamîn Netanyahû, Serokwezîrê rejîma siyonîst bo herêma Cebel el-Şêx a li ser axa Sûriyê şermezar kir û ew wekî binpêkirina…
Nûçeyên dawî
-
XizmetkariyanMedya Îsraîlî: Kontrolkirina Ensarullah li Bab ul-Mendeb, serkeftineke stratejîk e ji bo Yemen û Îranê
“Kanala 14 ya Îsraîlê ku yek ji medyayên herî rastgîr ên vî rejîmê tê hesibandin, di berteka li hember kontrolkirina Tengava Bab ul-Mendeb ji aliyê artêş û Ensarullah a Yemenê ve, ev pêşhat wekî «destkeftiyeke strateş û Ensarullah a Yemenê ve, ev pêşhat wekî «destkeftiyeke stratejîk a mezin û giring di asta herêmî de» pênase kir û ew wekî encama girêdana Ensarullah bi hêza Îranê ve nirxand. Kanala 12 ya Îsraîlê jî tekez kir ku kontrolkirina Bab el-Mendeb ji aliyê hêzên Yemenî ve dibe ku ji rewşa Tengava Hurmuz xeternaktir be.”
-
XizmetkariyanDijmin Quranê hez dike; lê ne ji vê Quranê!
«یخادعون اللَّه و الّذین امنوا »; ew bi Xwedê re jî fen û hîle dikin, bi bendeyên Xwedê re jî fen û hîle dikin - ew dibêjin em alîgirên Îslamê ne, lê tam li heman xalê ku Îslam ji me dixwaze, êrîşî wê xalê dikin.
-
Xizmetkariyan“Jineke ducanî(bi haml) li başûrê Xan Yûnisê ji ber gulebarana dagirkeran şehîd bû”
“Jineke ducanî ya Filistînî ku sê roj berê li başûrê bajarê Xan Yûnisê rastî gulebarana leşkerên rejîma siyonîst hatibû, ji ber giraniya birînên xwe, ligel zarokê xwe yê di zikê xwe de şehîd bû.”
-
XizmetkariyanMisilmanên Fîlîpînê; ji guleyên cudaxwaziyê heta yekemîn parlamena hilbijartî ya Bangsamoro
Piştî dehsalên pevçûnên çekdarî û pêvajoyeke aştiyê ya dirêj û bi gelek ser û bin, misilmanên herêma "Bangsamoro" li başûrê Fîlîpînê xwe amade dikin ji bo yekemîn hilbijartina parlamenê ya vê herêmê.
-
XizmetkariyanXetîbê nimêja înê ya Delhi: Hêrs nîşana hêzê nîne; nîşana lawaziyê di kontrolkirina nefsê de ye.
“Hucet-ul-Îslam wel-Muslîmîn Seyîd Muhsin Teqewî, ruhanîyekî navdar ê hindistanî û rêveberê Hewzeya Îlmî ya ‘Camîa-tul-Şuheda’ ya li Dehlîya Nû, di xutbeyên nimêja înê yên li Mizgefta Mezin a Keşmîriyan a li Dihliya Nû de, bal kişand ser bandorên zirarê yên xezeb û xwestekên nefsanî û got: ‘Mirov bi kontrolkirina xezebê û morkirina nefsa xwe dikare pêşî li zirarên exlaqî û reftarî bigire û di rêya pêşketin û bilindbûna manewî de gavekê biavêje.’ Wî xezeb wekî nîşaneya lawaziyê pênase kir, ne ya hêzê.”
-
XizmetkariyanSerdar Mûsewî: Amerîkîyan “Lûkas” li ser bingeha “Şahid-136” çêkir
Fermandarê Hêza Fezayê ya Sepaha Pasdaranê got: “Amerîkî niha neçar bûne ku balafireke bêmirov a mîna Şahid-136 bi navê Lûkas çêbikin û wê wekî çekekê têxin nav pergala xwe ya şerî.”
-
XizmetkariyanKuştina Sîpan Heznî û pirsêke sereke: Ma Şam dikare ewlehiya Kurdên misoger bike?
Karûbarên Cîhanê – Kuştina hêzeke Kurd a Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê li Hesekê, di demekê de ku avahiyên leşkerî yên hêzên berê yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ber bi yekgirtinê di nav hikûmeta navendî de dimeşin, wekî ceribandineke girîng ji bo asta pabendbûna Şamê bi mafên wekhev û ewlehiya Kurdên Sûriyeyê tê hesibandin.
-
XizmetkariyanŞam ketina(çûna) Netanyahu ya ser axa Sûriyeyê şermezar kir
“Servîsa Sûriyê — Wezareta Karên Derve ya Hikûmeta Demkî ya Sûriyê, çûna Binyamîn Netanyahû, Serokwezîrê rejîma siyonîst bo herêma Cebel el-Şêx a li ser axa Sûriyê şermezar kir û ew wekî binpêkirina eşkere ya serwerî û yekparçeyiya axa vî welatî û yasayên navneteweyî binav kir.”
-
XizmetkariyanPêvek: Bi fermana Elî el-Zeydî, Iraq piştî êrîşên dronan li ser Erebistana Siûdî, sê dergehên sînorî girt
Piştî êrîşa dronê li ser xeta boriyê ya veguhestina neftê ya Erebistana Siûdî û piştî îdîaya Riyaḍ û Bexdayê ku ev êrîş ji Iraqê ve hatiye kirin, hikûmeta Iraqê ragihand ku sê dergehên sînorî bi awayekî demkî hatine girtin. Bexda diyar kir ku armanca vê gavê xurtkirina çalakiyên istixbaratî ye ji bo nasîna berpirsên êrîşê û rêgirtina ji revîna wan an jî veguhestina dronê ji van dergehan.
-
Rûpela çandîAnalîza Sîstematîk a Dua û bandora wê li ser “Rizq” û “Qerz”
Dua û zikrên firehkirina rizqê û dayîna deynê ji wan duayan in ku bi gotin û naverokên cuda, ji aliyê Emamên Me'sûmîn (s.x) ve hatine gotin. Di van duayan de, ji bilî ravekirina awayê ku mirov ji Xwedê daxwaza firehkirina rizqê û dayîna deyn dike, gelek mijar û nîktayên aborî jî hatine şirovekirin.