15 January 2023 - 18:21
Îran dê balafirên cengê yên Sokho-35 ji Ûrsêtê wergire

Endamekî Komsyona Ewlehîya Netewî û Sîyaseta Derve ya Meclisa Şêwra Islamî ya Îranê got ku Îran dê balafirên cengê yên Sokho-35 ji Ûrsêtê wergire.

Balafirên cengê yên Sokho-35 yek ji cêtên herî xurt ên nivşa ++4 li cîhanê ye ku bi raara pêşketî ya N-035ê hatîye teyarkirin  dikare bi awaykî hevgav 30 armancan keşf bike û êrişî 8 armancan bike.

Endamê Komsyona Ewlehîya Netewî û Sîyaseta Derve ya Meclisa Şêwra Islamî ya Îranê Şehryar Heyderî di vî warî da got: Îran yê di destpêka sala bê da cêtên Sokho-35 ji Ûrsêtê wergire.

Wî herwiha got: Îranê sifarişa amadekirina sîstemên berevanîya hewayî, mûşekî û helekopteran daye Ûrsêtê.

Balafirên cengê yên Sokho-35 herwiha dikarin bomb û mûşekên curbicur ji wan ên layzerî, setlayt û radarî bavêje.

342/