Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA-Tûggeneral Yahya Serî berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê bi daxuyaniyekê operasyona nû ya van hêzan li dijî artêşa Amerîkayê ragihand.
Wî di destpêka daxuyaniyê de got: Li hember êrişên Amerîkayê, me keștîya firokehilgir a Amerîkayê USS Harry Truman bi 18 mûşekên balistîk û krûz û firokeyeke bê firokevan kir armanc.
Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê bal kişand ser vê yekê: Li hemberî êrişên li dijî welatê me, em ê dudilî nebin ku hemî gemiyên şer ên Amerîkayê li deryaya sor û deryaya erebî bikin armanc.
Serleşker Yehya Serî herwiha got: “Dijminên Amerîkayê bi zêdetir ji 47 êrişan ser welatê me, paytext Sana û 7 parêzgeh kirin armanc.”
................................
Dawiya peyamê/
Your Comment