Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) -EBNA-Jinên Helebceyê berpirsiyariya xemxwariya jîngehê, parastina çandî û pêşvebirina hunerê girtine ser milên xwe û gotin, “Em dixwazin şiyanên xwe yên hunerî pêş bixin û armancên xwe bidest bînin.”
Helebce û Hewraman ew herêmin ku jin tê de yên herî zêde dixebitinin. Jin bênavber hewl didin ku şiyanên xwe bêhtir pêş bixin, bi awayek wisa ku beşeke mezin ya sektorên jiyanê li vê parêzgehê jin birêve dibin.
Jina ciwan a wênesaz Sîdra Rizgar derbarê mijarê de ji ajansa me re Rojnews re wiha got: “Li parêzgeha Helebceyê jin di warê hunerî de gelek pêşketine. Di şano, wênesazî, stran û helbestan de gelek jin karên bedew û taybet dafrînin. Jinên Helebceyê pir jêhatî û şareza ne.”
Sîdra, ku evîndara hunerê wênesaziyê ye wiha domand: “Di tabloyên xwe de, girîngiyeke taybet didim cilûbergên kevn yên jinan. Ji ber ku jinan berê ev cilûberg liber dikirin. Min her dem xwestiye ku di wêneyên xwe de li ser vê çanda kevn ya jinan bixebitim. Ji ber ku îro cilûbergên Kurdî ji aliyê ciwanan ve hatine guhertin. Ez dixwazim ji wan re bêjim ku vê çandê jibîr nekin û wê jinûve vejînin.”
Jina destrengîn ya ji Hewremanê Husna Hewramî jî hestên xwe bi van gotina bilêv kir: “Jinên Helebceyê di warê huner û destrengîniyê de di asteke baş de pêşketine. Ew bi awayekî berbiçav beşdarî festîvalan dibin û şopa destên wan û rola wan di festîvalan de gelek diyare.”
Husna Hewramî got: “Pirsgirêka jîngehê, pirsgirêkeke mezine ku niha bi pirsgirêka derûnî û tenduristiya mirovan ve girêdayî ye. Di pêşerojê de wê pirsgirêka jîngehê bandoreke mezin li ser jiyana mirovahiyê bike. Ji ber vê yekê, niha galeriyeke min ya taybet heye ku ez bermayiyên avêtî kom dikim û ji bo karên hunerî wan jinûve bikar tînim, bi vî awayî ez huner, şiyan û selîqeya xwe di xizmeta jîngehê de bikar tînim.”
Di dawiyê de Husna Hewramî derbarê qirêjkirina jîngehê de wiha got: “Divê welatî tiştên zêde yên malê ne avêjin nav jîngehê. Li şûna vê, ew dikarin wan jinû e bikar bînin da ku pêdiviyên din yên rojane yên xwe çêbikin. Em hêvî dikin ku welatî bêhtir hişyar bibin da ku em hemû bi hev re jîngeha xwe biparêzin.”
Her wisa Şoxan Cemal ku ew jî jineke wênesaze têkildarî mijarê hestên xwe bi van gotinan anî ziman; “ “Hemû jinên Helebceyê girîngiyeke mezin didin hunera destrengîniyê. Jin xwe di warê karên hunerî û şiyana xwe de berpirsiyar hîs dikin û di heman demê de dikarin ji vê rêyê dahatek ji bo xwe peyda bikin.”
Di dawiyê de Şoxan Cemal balê dikêşîne ser rol û pêşengiya jinan li herêmên Hewraman û Helebceyê û got; “Li herêmên Helebce û Hewramanê, ku herêmên çandî ne, bandora jinan bi awayekî berbiçav diyare. Ez bi xwe, bi tabloyên xwe beşdarî pêşangehan dibim. Karên hunerî yên cûr bi cûr ku ez çêdikim, ji bo min bûne çavkaniya dahatê. Ez gelek caran li ser daxwaza xelkê wan difiroşim.”
Your Comment