8 April 2025 - 22:59
Sefera Netanyahu ya Amerîkayê bi lez û bez bidawî bû!

Medyaya Îbranî sedema gazîkirina Serokwezîrê Îsraîlê bo Koşka Spî bo hevdîtina bi Serokê Amerîkayê re eşkere kir.

Li gorî nûçeya Ajansa Ehl-ul Beytê (s.x)- ABNA- medyaya Îbranî sedema gazîkirina Serokwezîrê Îsraîlê bo Koşka Spî ji bo hevdîtina bi Serokê Amerîkayê re eşkere kir.

Piştî pêşhatên têkildarî serdana Benyamin Netanyahu serokwezîrê Îsraîlê bo Amerîkayê, kanala 12 a vê rejîmê îro (Sêşemê) eşkere kir ku sedema sereke ya vexwendina bilez a serokwezîrê rejîmê bo Waşîngtonê, biryara Donald Trump serokomarê Amerîkayê ya destpêkirina gotûbêjên rasterast digel Komara Îslamî ya Îranê bûye.

Hevdem Rêxistina Radyo û Televîzyona Îsraîlî jî ragihand ku hevdîtina Netanyahu û Trump bê encam bû.

Li gorî vê raporê, seredana serokwezîrê Israîlê bo Waşîngtonê, ne di warê kêmkirina baca gumrikê û ne jî di warê pêşdebirina muzakireyên dualî de, tu destkeftên berçav bi dest nexist.

Rêxistinê her wiha got: "Ev geşt ji nişka ve û bi lezeke ne asayî bi dawî hat, ku hin vekoler wê yekê wek nîşana cudahiyên veşartî yan jî pêşhatên nepêşbînîkirî li pişt perdê di têkiliyên di navbera Tel Aviv û Washingtonê de dibînin."

Benyamin Netanyahu roja Duşemê bi serdaneke fermî çû Amerîka. Di vê geştê de bi Donald Trump re hevdîtin û gotûbêj kir û geşta xwe bi dawî anî.

Di vê derbarê de rojnameya Îbranî ya “Times of Israel” nivîsî: Serdana Serokwezîr bo Koşka Spî dilgiran bû ji ber ku Trump danûstandinên ligel Îranê ragihand.

Rojnameya El-Exbarê jî li ser vê mijarê nivîsî: Di dema ku Rejîma Siyonîst li hundir û derve rûbirûyê qeyranên bêmînak in, serdana vê dawiyê ya serokwezîrê vî welatî bo Amerîkayê ne tenê nekariye vebûnê li peywendiyên digel Waşîngtonê biafirîne, belkî nîşaneyên zêdekirina nakokiyan bi dewleta Amerîkayê re li ser mijarên sereke ji wan şerê Xezzeyê, peywendiyên bi Îranê re û baca gumrikê hene.

......................................

Dawiya peyamê/

Tags

Benyamin Netanyahu

Donald Trump

Rejîma Siyonîsta

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha