9 April 2025 - 11:34
Têkbirina koma terorîstên DAIŞê li parêzgeha Kurdistanê

i rojên destpêkê yên sala nû de, komeke terorîstî ya ser bi koma DAIŞê li parêzgeha Kurdistanê bi hişyariya gel û kiryara bi lez a hêzên ewlehiyê hat naskirin û jinavbirin.

Li gor daxuyaniya navenda Hemze Seyid El-Şuheda (S), endamên vê komê ku welatiyên biyanî û hêzên perwerdekirî yên DAIŞê bûn, bi mebesta êrişên întiharî di cejna Newrozê ya xelkê parêzgeha Kurdistanê de, berî ku armancên xwe pêk bînin, hatin naskirin û ji navbirin.Di encama vê operasyonê de gelek kemberên întiharî çek û bombeyên destan ji terorîstan hatin keşf û  zevtkirin.Ev kiryar di çarçoveya hewldanên berdewam bona rawestana li ber armancên komên terorîstî û dezgehên istixbaratî yên biyanî bona bêewlehkirina welat û çêkirina bêtifaqiyê di navbera pêkhateyên etnîkî û olan de, pêk hat. Navenda Hemze Seyid El-Şuheda (S) di dawiyê de tekez kir: Dê bersiva her karekî xirabkarane û terorîstî li dijî gelê Îranê bi awayekî vebirr û qahîm were dayîn .

Serepeyv

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha