Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA-Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev bi axaftina xwe ya di foruma navneteweyî ya bi navê "Ber bi Pergaleke Nû ya Dinyayê" ya ku ji aliyê Zanîngeha ADA ya li paytext Bakuyê ve hat lidarxistin de bertek nîşanî raya giştî ya Tirkiyeyê da.
ALÎYEV Îsraîl "WELATÊ DOST" DIKE.
Serokomarê Azerbaycanê Aliyev ku Tirkiye wek welatekî bira qebûl dike, Îsraîl wek "welatekî dost" bi nav kir.
Aliyev di axaftina xwe de van îfadeyan bi kar anî:
"Me di sala 2021'an de bi Tirkiyeyê re Danezana Şûşeyê îmze kir. Em bi Tirkiyeyê re hevalbend in. Lê Îsraîl jî dostê me ye. Ev dostaniya bi salan di krîzên cuda de hat ceribandin. Di krîza yekem de me rolek aktîf lîst ku Tirkiye û Îsraîl nêzî hev bibin."
Di berdewamiya axavtina xwe de Aliyev diyar kir ku her şaştêgihiştinek di navbera Tirkiye û Îsraîlê de wan xemgîn dike.
Tags: AzerbaycanTirkiye Îsraîl
Your Comment