Enfal birînek kur a gelê Kurde ku hîna jî xwîn diherike. Çîrok ew qas xemgîn û trajîkin ku keviran dikin av û ax. Êşek ku dê bi nifşan re bimîne û nayê derman kirine.

Pêla Enfalê ya ku di sala 1988’an de bi fermana rasterast ya Sedam Husên û bi serokatiya Elî Hesen Mecîd hat lidarxistin, di 8 qonaxan de pêk hat. Di encamê de 182 hezar welatiyên Kurd hatin qetilkirin. Nêzîkî 4500 gund bi temamî hatin ruxandin û kanî hatin teqandin. Her wiha binesaziya çandiniyê ya Başûrê Kurdistanê di rêjeyek zêde de wêran bû.

Îro 37 sal li ser Enfala Siyemîn re derbas dibe ku weke Enfala herî dijwar tê pênasekirin. Ji ber xemsariya hikûmeta Herêmê û Iraqê ya ji bo xizmên Enfalkiriyan û dernexistina hestiyên qurbaniyan, hê jî birînên wan nehatine pêçan û xwîn jê tê.

Nedîme Îbrahîme yek ji wan jinên ku di roja Enfalê de tevî bi hezaran jin û zarokên din hatin qetilkirin û êşkence kirin û bi zorê birin çolên Erer û Nugre Selman. Nedîme hê jî qirik û çavên wê tejî hêsir qala çîroka sucê Enfalê dike. Wek bi xwe dibêje: “Heta roja ku ez bimirim jî qet ji bîr nakim ku dayîk û bavê min li ber çavê me ji aliyê celladan ve hatin lêdan. Celadan asinek bi serê zarokek xistin û qetilkirin. Kurê xaleta min li ber mirinê bû û av dixwest. Heta sibê av tunebû. Me naylon û kaxez şewitand da ku dilopek av têxin devê wî.”

Kaniyên hêsirên şahidan, hûrgiliyên sûcê Enfalê vedibêjin

Şahîdek din yê Enfalê Salih Helac diyar kir ku hîna Enfal bi dawî nebûye û heta niha jî berdewame û got: “Ne serê Enfalê heye, ne jî dawiya wê. Ev gel xwedî dîrokek dûr û dirêj ya enfal û jenosîdê heye. 6 zarok û hevjîna min, du bira û xwişka min, dayîka min, ew hevpeyvîna min a dawî bû û tevahiya malbata min wêran bû.”

Kaniyên hêsirên şahidan, hûrgiliyên sûcê Enfalê vedibêjin

Fehîme Koçer ku şahidekî din a Enfalê ye, bi hêstirên bênavber çîroka neviyên xwe yên ku ji aliyê celadên faşîst ên Beesê ve li ber çavên xwe hatin qetilkirin vedibêje. Tenê bîranînên wan ên tehl hene û şev û roj li ber derî li benda vegera wane. Fehîme Koçer bi çavê tejî hêsir wiha qala wê demê kir: “Navê yek ji wan Qadir bû, Reşîd, Xurşîd, Mehmûd û Ceylan bû. Bi Xwedê ez tu carî wan ji bîr nakim. Bi Xwedê ez tu carî ji bîr nakim, ne ji mala mamê min û ne ji mala xalê min tu kes neman. Ez qêrîn û hewarên hemû keçên bedew ên ku Ereban biribûn, heta ber deriyê Xuda ji bîr nakim.”

Kaniyên hêsirên şahidan, hûrgiliyên sûcê Enfalê vedibêjin

Your Comment

You are replying to: .
captcha