Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) EBNA-- Dr.Mihemed Yasîn El-Salih wezîrê rewşenbîrî yê Sûriyê bi helkefta cejna “Eyd El-Cela’ El-Mecîd” (salvegera rizgarkirina Sûriyê ji kolonyalîzma Fransa)
Li taxa Şamê serdana mezargeha pîroz a Hz Zeyneb (S) kir.
Di vê merasimê de, bi Hucet ul îslam wel-Muslimîn Şêx Edhem Xetîb, nûnerê civata şîe û cîgirê serokê
desteya zanayên îslamî yên peyrewên mezheba Ehl-ul Beytê (s.x) li Sûriyê re civiya.
Civîn bi amadebûna hejmarek ji zana û kesayetiyên naskirî yên herêma Zeynebiyê ji wan Şêx Ebû Seîd Beyazîd, Şêx Mihemed El-Sebsebî, Seyîd Ferhan Mensûr, Seyîd Riad Nizam û Şêx Motaz Sekawî hat lidarxistin.
Di vê civînê de li ser girîngiya pabendbûna bi yekîtiya netewî li Sûriyê nîqaşên kûr hatin kirin. Nirxeke ku bingehê wê ji aliyê pêşengên têkoşîna li dijî kolonyalîzmê ve hatiye danîn, di serî de alimên mezin ên weke Ellame Seyîd Mohsen El-Emîn û hevalên wî yên weke Şêx Hesen Hebankê Meydanî. Van kesayetan li dijî kolonyalîzma Fransa û planên wê yên cudaxwaz rawestiyan.
Wezîrê Rewşenbîrî yê Sûriyê di axaftina xwe de bal kişand ser rola çandê di afirandina mirovekî agehdar de û pabendbûna wezareta xwe ji pêşxistina rewşa çandî ya welat bi awayekî ku nirxên neteweyî û hevgirtina civakî bi hêz bike ragihand.
Merasîm bi xwendina fatîhayê ji bo reh şadkirina giyanê Ellame Seyîd Mohsen Emîn ku li kêleka mezargeha Hz Zeyneb (s.x) hatiye veşartin bi dawî bû. Ev çalakî ji bo rêzgirtin ji bîranîna vî zanyarê navdar û bilind nirxandina xizmetên wî yên netewî û zanistî hatiye lidarxistin. Ev bûyer pêwendiya di navbera dîroka Sûriyê ya têkoşînê û nasnameya Îslamî û rola zanayên olî di xurtkirina berxwedana neteweyî de nîşan da.
................................
/Dawiya peyamê
Tags
Sûrîye
Mezargeha pîroz a Hz Zeyneb (s.x)
Zeynebiyê
Your Comment