18 April 2025 - 12:16
Serokwezîrê Iraqê Colanî vedixwîne civîna Bexdayê

Serokwezîrê Iraqê serokê hikûmeta veguhêz li Sûriyê ji bo beşdariya di Lûtkeya Erebî de vexwand.

Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) EBNA-Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa El-Sûdanî ragihand ku wî Ehmed El-Şerq bi nasnav Ebû Mihemed El-Colanî wek serokê hikûmeta demkî ya Sûriyê vexwendiye ji bo beşdariya li Lûtkeya Erebî ya ku dê Gulana bê li Bexdayê bê lidarxistin.

El-Sudanî di axaftina xwe ya derbarê vê bûyerê de got: Lûtkeya Erebî bûyereke girîng e ku hêjayî Bexdayê ye û min dawetnameyek ji Serokê Sûriyê re şandiye ku beşdarî civînê bibe.

Meha borî Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên ragihandibû, ku piştî danûstandinên li gel Komkara Erebî li Qahîreyê, 17ê Gulana 2025an dê lûtkeya Erebî li Bexdayê were lidarxistin.

Civîna lûtkeyê di çarçoveyeke rûbirûbûna kêşeyên girîng ên navçeyî de tê lidarxistin, ji wan şerê Rêjîma Israîlî li dijî zîvala Xezzeyê û Şerîa Rojava, û encamên bilindbûna aloziyan li Lubnanê û êrîşên berdewam li ser axa Sûriyê.

Colanî beşdarî civîna awarte ya li Qahîreyê bû. Qahîreyê mazûvaniya civîneke awarte ya serkirdeyên Ereban li ser Filistînê kir ku Colanî jî wek serokomarê Sûriyê tê de beşdar bû û ji welatên erebî xwest ku di warê alîkariya Sûriyê de li rawestana êrişên Rejîma Siyonîst ser axa wê, berpirsiyariya xwe bi cih bînin. Wî bal kişande ser vê yekê ku Sûriyê pabendî rêketinama 1974`an a Cûdabûnê ye û nerazîbûna xwe li hember berdewamiya guhnedana Rejîma Siyonîst ji vê peymanê nîşan da.

El-Colanî herwiha got ku vegera Sûriyê bo Komkara Erebî "demeke dîrokî ye ku daxwaza bihêzkirina hevgirtina Erebî nîşan dide û di demeke hestiyar de tê ku neteweya Ereb rûbirûyê kêşeyên curbicur bûye."

Wî bal kişand ser vê yekê ku ev veger gavek e ji bo çareserkirina pirsgirêkên hevpar û piştgirîkirina doza Filistînê û mafên gelê Filistînê yên di bin dagirkeriyê de.

................................

/Dawiya peyamê

Tags

Sûrye

Colanî

Iraq

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha