Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) EBNA-Ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember (s.x.a)ve li Dîyarbekirê di Qada Newrozê de bi temaya “Rêberê Berxwedanê Hz Muhammed(Silav li wî û alê wî bin)” bernameya Mewlûda Nebî tê tertîpkirin û ew bername dawî bû.
Bernameya ku bi temaya “Rêberê Berxwedanê Hz Muhammed(Silav li wî û alê wî bin)”” hat tertîpkirin di seat 13.30an de bi xwendina Qur'ana Pîroz dest pê kir.
Ji bona ku welatî bi rehetî biçin meydanê ji teref Weqfê ve cîhên wesayîtan hatin diyarkirin û gelê Evîndarên Pêxember bi wesayîtên bêpere ji nav bajêr ji Qada Newrozê re hatin birin.
Gelek evîndarên Pêxember(Silav li wî û alê wî bin)” di seatên serê sibehê de qada Newrozê tijî kirin.
Ji derveyê welat jî alim, rîspî, temsîlkarên sîyasî û STKyan beşdarî bernameyê bûn.
Welatîyên ku dighêjin cîhê bernameyê serê ewil di kontrolên polêsan de derbas dibin û şûnve bi peyatî çûn meydanê.
Wezîfedarên komîteya tertîp a Evîndarên Pêxember(Silav li wî û alê wî bin)” jî hem di nav meydanê hem jî li derveyê meydanê amade û hazir bûn.
Ji bona ku di meydanê de îzdîham çênebe têketina pîrek û zilaman hatbûn cudakirin.
Ji bo welatîyên ku beşdarî bernameyê bûne jî platformekî mezin hat danîtin.
Di meydanê de ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember(s.x.a) ve jî kermes hatibû vekirin.
Ji bo mirovên nexweş kona tenduristîyê hat danîtin, di konê de jî doxtor, personelên tenduristîyê jî amade ne. Xeyn ji vana ji bo zarokên winda jî konek hatibû vekirin.
Ji bona ku ji gel re av bê belavkirin ji teref Weqfê ve ji meydanê re gelek av hatin barkirin. Berîya bernameyê ji gel re îlahî û merş tên gohdarkirin.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu jî beşdaîr bernameyê bû Mewlûdê di nêz de dişopîne. Yapicioglu çû platforma ku ji bo mêvana hatibû amadekirin û hemû mêvanan pêşwazî kir.
Di meydanê de posterên şehîdên Filistîn û Dîyarbekirê hatin daleqandin
Di meydanê de posterên şehîdên Filistînê wek Fermandarê Giştî yê Tûgayên Qessam Muhammed Deîf, Serokê HAMASê Îsmaîl Henîyye û Yahya Sînwar û Berdevkê Serîyyeyên Qudsê Ebû Hamza hatin daleqandin.
Di destê mêvanên Evîndarên Pêxember(Silav li wî û alê wî bin)” de alên Tewhîdê û Filistînê hene, tim û tim ji bo Hezretî Muhammed re selat û selaman tînin.
Bername ji teref Emîn Gulsever û Fatîh Taş ve tê pêşwazîkirin.
Navdar Qarî Sangar Birêz jî ku ji Herêm Kurdistana Başûr e Qur'ana Pîroz xwend û bername berdewam kir.
Peyama Mewlûda Nebî li Dîyarbekirê hat xwendin: Encax bersiva şerekî bênavber ku li ser erdnigarîya Misilmanan hatîye ferzkirin, ku wijdan û edaletê xistîye alîyekê, berxwedaneke pîroz e
Piştî îlahî û merşên ku hatin xwendin peyama vê salê ya Weqfa Evîndarên Pêxember(Silav li wî û alê wî bin)” jî hat xwendin. Peyam, ji teref Ensamê Sazîya Bireveberîya Weqfa Evîndarên Pêxember(s.x.a) Omer Çelîk Xoce ve hat xwendin. Di peyamê de derheqê meseleyên Filistîn, Sûrîye û Xezzeyê de peyamên balkêş hatin dayîn.
Parlamenterê HAMASê Ebû Ras: Mescîdî Eqsa jî li bêvîya ev civaka we ya li Dîyarbekirê ye
Di bernameyê de Merwan Ebû Rasê Serokê Komîsyona Yekîtîya Alimên Cîhanê ya Filistînê û Parlamenterê HAMASê jî axavtinek kir.
Pêşkêşvanan, diyar kirin ku Ebû Ras ji malbata xwe gelek şehîdan daye.
Ebû Ras ji axavtina xwe re bi hemdkirina ji Xwedê re û selat û selam şandina ji Resûlê Xwedê re dest pê kir û bal li ser van îfadeyan kişand:
“Ey xûşk û birayên min! Eqsa li bêvîya we ye, Xezze li bêvîya we ye. Hewşa Mescîdî Eqsayê li bêvîya we ye. Hûnê kengî ji banga Mescîdî Eqsayê re bibêjin Lebbeyk.
Mescidên Xezzeyê, dibistan, nexweşxane û axa Xezzeyê emanetê we ne. Divê hûn xwedî li wan derkevin.
Divê hûn wan bi duayên xwe, malên xwe, sîyaseta xwe û çekên xwe piştgirîyê bidin Tûgayên Qessam.
Midahîdan ji me re weha dibêjin: ‘Ji alîyê me ve hûn nekevin nav bêhêvîtîyê. Tu dem em ê ji sîyonîstan re ji Cihûyîyan re çekên xwe teslîm nekin. Em ê canê xwe û malê xwe feda bikin lê çekê xwe teslîm nakin. Em ê bibin girêk di qirika wan de.’
Xûşk û birayên min! Zarokên Mescîdî Eqsayê, birîdarên Mescîdî Eqsayê emanetê we ne. Xûşk û birayên we yên li wê derê ku li bêvîya alîkarî û xwarinê ne emanetê we ne. Ew weha dibêjin, ‘Kanê civakên Îslamê! Kanê serokên civaka Îslamê!’”
Piştî axavtina Merwan Ebû Ras dîsa îlahî û merş hatin xwendin û pişt vêya jî Serokê Rûmetê yê Weqfa Evîndarên Pêxember(s.x.a) Mehmet Goktaş Xoce axavtina xwe anît ziman.
Goktaş Xoce: Bi qasî ku Xezze di dilê we de bi qîmet e, hûn li cem Xweda û Pêxember jî hewqas bi qîmet in
Di axavtina Goktaş Xoce de gotinên balkêş ewakî bûn:
“Ew ê ku dibêjin: 'Qessam qediyaye!, ên ku dibêjin ‘Hamas Qedîyaye’ Werin lê binêrin! Erê, ev meydan hûn çawa dibînin HAMAS Û Tûgayên Qessam in. Ciwanên vê meydanê ku ji 17 salî jortir û heta 25 salî tev HAMAS in û Tûgayên Qessam in. Ev ne mesleyekî hêsan e. Bi îzna Xwedê dema ku pêşîya vê gelî bê vekirin, hela ji van Misilmanan re firsedek bê dayîn ku ez vêya ji rayedar û îdarevanan re dibêjim. Li vê derê binêrin, vê meydanê bibînin û li gorî wî hesab û kitêban bikin.”
Ma hûn qet meraq dikin ku cihê we li cem Xwedê çi ye? Heke hûn li qîmeta xwe ya li cem Xwedê meraq dikin, binêrin Xezze li ber we çî ye, cihê Xezzeyê di rojeva we de çiqas e? Xezze di dilê we de çiqas bi qîmet be, hûn jî li cem Xwedê hewqas bi qîmet in. Heke hûn bibêjin gelo cîhê me ya li cem Pêxember li ku ye, vêya jî weha bipîvin: Zarok û pîrekên Xezzeyê yên ku jiummeta Hezretî Muhammed in(Silav li wî û alê wî bin)” li cem we çiqas bi qîmetbin hûn jî li cem Resûlê Xwedê hewqas biqîmet in.
Bi Xwedê zarokên vê erdnîgariyê û bi taybetî jî zarokên vê erdnîgariyê bi tevahî, bi heman awayî mirovahiyê ronî kirine
Hemû karên baş ên li vê erdnîgariyê hatine kirin, hûn li wir in, li wê derê Dîyarbekir heye, li wê derê Kurd hene.
Ma ne hûn bûn yên ku herî zêde li dijî vê rûreşiya bi navê Kemalîzmê li ber xwe da? Hûn li hember wan kesên ku xwestin marksîzmê bînin li van axan jî sekinîn. We ji wan re got, ‘Hûn nikarin bikevin van deran’
Bi îzna Xweda ew ê ku ew zîhniyeta ku malbat, mal û zarokên me xera dike asteng bikin evîndarên Pêxember in(Silav li wî û alê wî bin)”.
HAMAS bi ser ket. Tugayên Qessam bi ser ketin. Îslam bi ser ket. Belê îro 50-60 hezar şehîdên me hene, lê ew şehîdên wisa ne ku yek ji wan nikare derkeve û bibêje ‘Vana beredayî bîle sebeb mirine’ Bi rastî jî berxwedaneke Muhammedî ye, mîna ku Quran ji nû ve tê nazilkirin.
50 hezar şehîdên me hene, lê ne li welatên îslamî, li gorî rîwayetekî li Ewropayê 649 hezar kesan Îslamê hilbijartîye
Bi vê şeklê wê sîyonîzm jî biqede, wê Emrîka û Ewropayê jî biqede. Çîmkî tiştekî ku bifiroşin nemaye. Tûgayên Qessam maskeyên wan ên gemar xist xwarê.
Bernameya Mewlûda Nebî, bi xwendina duayê ya ji teref endamê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mele Recaî Guler ve dawî bû. (ÎLKHA)
MEWLÛDA NEBÎ DÎYARBEKIR PEYAMÊN MUHÎM MEHMED GOKTAŞ MERWAN EBÛ RAS
Your Comment